Diyarname
Salona ÎKSV’ê ku her meh hunermendên navdar dike mêvan, vê carê hunermend Aynur Dogan bi stranên kurdî dike mêvan.
Hunermend Aynur Dogan ku herî dawî albuma xwe ya bi navê “Rewend” derxist, niha bi konsereke di “Salon” Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) de derdikeve pêşberî hunerhezan.
Aynur ku bi performansa xwe li Tirkiye û li derveyî Tirkiyeyê bi eleqeyeke baş re rû bi rû maye ji bo wê Tulay German gotibû, dengê wê “çiyayê bi dûman, çemên bi coş” din ava xwe de dihebîne. Aynur Dogan di 7’ê gulanê saet 21.30’yan de wê bi stranên kurdî derkeve pêşberî hunerhezan. Di konserê de Sarp Maden bi gîtar, Cemil Koçgun bi tembûr, Yilmaz Yeşilyurt bi enstrumanên lêdanê, Matt Hall bi kontrbast û Murat Tirnak jî bi bilûra xwe wê bi Aynurê re şirîkatî bike. (Bilêtên konserê bi 20 û 35 TL’yîne)
Konserên din
Her wiha du hunermendên din jî vê mehê mêvanên “Salon”ê ne. Ji van koma Multitap roja 8’ê gulanê saet 22.00’an de li Salonê ye. Kom ku albuma xwe ya nû meha borî bi nave “Takim Oyunu” derxist,zêdetir stranan wan “Battaniyem” derket pêş (Bilêtên konserê bi 15 -20 TL’yî ne)
Konsereke din a vê mehê ya li Salonê jî konsera Emre Aytın e. Emre Aydin bi stranên xwe yên melankolîk, bi yên tenêtiyê wê roja 9’ê mehê saet 21.00’an de konserê pêşkêş bike. Emre Aydın ku di sala 2006’an de xelata ‘Albuma Herî Serketî’ (Kagit Evler) û ‘Strana Herî Serketî ya Salê’ girtibû, di sala 2008’an de jî di Xelatên Muzîkên Ewropayê de jî xelata “Hunermendê Herî Serketî yê Ewropayê” girtibû. (Bilêtên konserê bi 20 -35 TL’yî ne.”
Ji bo kesên eleqedar:
Salon, Avahiya ÎKSV’ê (Sadi Konuralp Caddesi No:5 Şişhane, Stenbo”


