Diyarname
Lîstikvana amerîkî Angelina Jolie beşdarî bernameya BBC Today bû û di hevpeyvîna xwe de got ku dibe di pêşerojê de bikeve nava siyasetê.
Di vî warî de li ser pirsa pêşkêşvan Justin Webb "Di pêşerojê de dixwaze ji bo Serokdewletiya DYA'yê bibe berendam yan na wisa got: "20 bal berê pirsek wisa ji min bihata kirin ezê bikeniyama, lê niha, wekî her gav dibêjim li ku derê pêdivî bi min hebe ezê herim. Ez hem ligel artêşan, hem ligel hikumetan kar dikim lê ji bo niha di warê siyasetê de bêdeng im."
Jolie hê jî wekî nûnera taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyîn Yekbûyî dixebite.


