ÎZMÎR - DÎHA
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîclê li Îzmîrê axivî û ji bo rewşa şer a li Tirkiye û Kurdistanê got: "Divê em berê xwe bidin çareseriyê. Eger wekî civak em dengê xwe yê demokratîk bilind bikin, çareseriya vê pirsgirêkê pir hêsan e."
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Koma Hiqûqnasên Ji Bo Aştiyê, li Navenda Çanda Ugur Mumcu ya Bornovayê panelek lidarxist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Parlamenterê CHP'ê Parêzer Şenal Sarihan, akademîsyen Zafer Yoruk û rojnameger Kemal Goktaş wekî panelîst tevlî panelê bûn.
Di panelê de destpêkê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û li ser biryarên qedexeya derketina kolanan nirxandin kirin. Turkdogan bal kişand ser binpêkirinên mafan û got di sedsala 21'emîn de li Kurdistanê tehcîr hatiye jiyîn.
'Erdogan dawî li pêvajoyê anî'
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e. Dîcle anî ziman ku ev pirsgirêk ne tenê ya Tirkiyeyê pirsgirêka gelek welatên Rojhilata Navîn e. Dîcle di axaftina xwe de pêvajoya çareseriyê jî bi bîr xist û got Serokomar Tayyip Erdogan dawî li pêvajoyê aniye û niha jî li ser êşên şerê ku destpêkiriye tê axaftin.
'Divê Qanûna Esasî ya 1921'ê were nûkirin'
Dîcle diyar kir ku divê hemû civak berê xwe bide çareserkirina pirsgirêkê û wiha berdewa kir: "Di nav rewşa ku Rojhilata Navîn gav bi gav ber bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve diçe, divê em Tirkiyeyê ji vî agirî biparêzin. Eger Qanûna Esasî ya 1921'ê were nûkirin, ev pirsgirêk çareser dibe. Divê em bêjin ku çareserî di destên me de ye. Tirsa di plana Şarq Îslahatê de hê jî di kodên dewletê de heye. Divê em berê xwe bidin çareseriyê. Eger wekî civak em dengê xwe yê demokratîk bilind bikin, çareseriya vê pirsgirêkê pir hêsan e."
Piştî axaftinan, panel bi pirs û bersivan berdewam kir.