23.30
Li Mêrsînê dibistan hatin betalkirin
Vê êvarê piştî erdehên ku li Hatayê çêbûn Walîtiya Mêrsînê bi ser hesabê xwe Yê tora civakî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku li bajarên wan ji bo rojek dibistan xistine betlaneyê. Yanê roja 21'ê mehê dê dibistan girtî bin.
23.10
Pêdivî bi 15 hezar konan heye
Şaredarê Samandagi Refik Eryilmaz got ku pêdiviya wan bi 15 hezar heba konan heye.
23.00
3 Kes mirin
Li erdheja nû ya li Hatayê çêbû li gor agahiyên pêşî 3 kes mirine. 213 birîndar hene.
21.30
Walîtîya Antalyayê hişyarî da
Di deqeya dawî de Walîtiya Antalyayê ji ber îhtîmala tsûnamî hişyarî da hemwelatiyên bajêr û got ji behrê dûr bikesinin.
Nexweşxaneya Antakyayê hat valakirin
Li aliyê din piştî vê erdhejê nexweşxaneya Antakyayê ji bo tevdîrê hat valakirin.
21.10
Walîtîya Mêrsînê hişyarî da
Di deqeya dawî de Walîtiya Mersînê bi îhtîmala tsûnamiyê gel hişyar kir ku ji behrê dûr bisekinin.
20.10
Deqeya dawî: Li Hatayê erdhejeke nû
Saet 20.04'an de navend Defneya Hatayê bi meziniya 6.4 erdhej çêbû. Heman kêliyê li Samandagi jî bi meziniya 5.8 erdhej çêbû.
Li gor AFAD'ê li Defneye erdhej li 16.7 kîlometre kûrahiya erd çêbûye. Li Samandagî li 7 kîlometre kûrahiyê çêbibe.
Erdhej li bajarên wekî Edene, Amed, dîsa li Sûriye, Misir û Lubnanê jî hat hîskirin.
Hişyariya tsunami
Li aliyê din EMSC'yê (Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Behra Spî) ji bo Hatayê hişyariya tsûnamî belav kir.
Navendê bi hişyariyê re got ku herin cihên bilind. Di erdheja 6'ê mehê de jî navendê hişyariya tsûnamî dabû, lê tiştek wisa neqewimî bû. Dîsa jî tiştek muhîm e mirov guh bide hişyariyan.
Platforma Amedê: Nekevin xaniyên xisar dîtî
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê piştî erdheja duyemîn bi ser hesabê xwe re bang li gel kir: Ji kerema xwe re nekevin avahiyên xisar dîtî. Bi aramî tevbigerin û rêyên mezin ên erebeyan asteng nekin.
Li aliyê din platformê got ku heta niha li Amedê tu avahî hilneweşiya ye.
TMMOB'a Amedê jî bangî kesên malên wan li Taxa Mewlana Xalid in kir û got ku ji malên pir xisar dîtî û hindik xisar dîtî dûr biseknin.
16.00
9 kamyonên alîkariyan ên navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bûn.
Kamyonên alîkariyê di benda kontrolê ya Ewarid a di bin serweriya Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê de derbasî her du taxan bûn, piştre li pêşiya hola Efrîn a li herêma Şiqêf barê xwe danî.
Têkildarî mijarê, Komîteya Alîkariyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wê dest bi belavkirina alîkariyan (betanî, lihêf, kon, cilên zarokan, tiştên mitfaxê) bikin.
Li aliyê din, hikumeta Şamê ji 11`ê mehê ve nahêle ku karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin herdu taxan. (ANHA)
15.00
Ji girtiyan ji bo sewqê pere xwestin
Girtîgeha Tîpa T ya Îslahiyeya Entabê di erdhejê de xisarek mezin dît. Girtiyan serî li rêveberiya girtîgeha da ku wan sewqî girtîgehek din bikin. Lê tiştê ku nehatiye dîtin û bihîstin çêbû: Rêvbeerê ji wan heqê rê xwest.
Girtiyekî bi navê Dilbari Karaagac li jina xwe Behiye Karaagac geriyaye û ev gotin gotine. Li aliyê din Karaagaç gotiye ku pêdiviyên wan ên wekî av, çûyîna kantînê jî nayên çareser kirin. Karaagaç wisa gotiye, "Rojê 4 şûşe avê didin me. Bi rojan e me serê xwe neşûştiye. Em nexweş dikevin ne doktor heye, ne derman."
14.00
Prof. Dr. Nacî Gorur li ser erdheja Elezîzê axivî
Vê sibê saet 03,37 û 03,39'an de du caran serhev de li Palûyê erdhej çêBû. Meziniya wah 4,7 û 4,6 bû. Vê yekê gel tirsan. Jeolog Prof. Dr. Naci Gorur li ser vê yekê axivî û got, "Piştî erdheja Mereşê li ser xetên fayê bar bar bû. Li ser van xetên fayê erdhejên mezin-biçûk dê çêbin. Ev erdhej nabin weKî erdheja Elezîzê. Xeta Fayê ya Rojhilatêanadoliyê ji ber ku li navbera Sîvrîce-Meletî şikiya, li ser vê fayê li rojhilatê Elezîzê berê li Çewligê 1971 û 2003, li Palûyê 1977, li Sîvrîceyê 2020 û her wekî din erdhej çêBûn, loma ez li Elezîzê ne li benda erhejeke din a mezin im."
13.30
AFAD'ê agahî nû kir
AFAD'ê îro saet 13.20'an de hejmara nû ya li ser kesên mirine eşkere kir. Li gor agahiya fermî ya AFAD'ê heta niha 41 hezar û 156 kesî canê xwe ji dest daye.
11.15Rewşa erebeyên di bin erdhejê de dê çawa be?
Di erdheja li Mereşê de erebeyên xelkê jî di bin erdhejê de man. Ew dê çawa bin?
Li Tirkiyeyê de her erebe mecbûrî "sîgortaya trafîkê" çêdike. Hat gotin ku ev sîgorta dê tu pereyê nede mirovan.
Li aliyê din yên bixwazin "kasko"yê çêdike ji bo qezayan û tiştên wisa. Pirsa "kasko" dê zirarê xelkê bide derket holê. Pispor dibêjin "Li gor naveroka peymana ku we saz kiriye dê pere bidin we yan na." Loma jî di vir de xwediyên erebeyan dikarin li gor naveroka kaskoyê li meseleyê binêrin.
11.00
Li Stenbolê dibistan têne valakirin
Piştî erdheja li Mereşê û îhtîmala erdheja ku li Stenbolê dê çêbe rewşa dibistanan ket rojevê.
Rayedarên Stenbolê der barê 93 dibistan û saziyên perwerdehiyê de biryara valakirinê da. Û ev biryar îro kete rojevê. Yek ji wan dibistanan Dibistana Navîn a Kanaryayê ya Kuçukçekmeceyê bû. Serê sibê dema malbat hatin ber dibistanê dîtin ku girtî ye. Berê 1700 xwendekarên li vê dibistanên dan dibistanên din.
10.30
Li ber bankeya dewletê rêzek dirêj
Piştî ku hat gotin AFAD dê 10 hezar TL bide mexdûrên erdhejê, vê sibê li Amedê bi sedan kes li ber Bankeya Ziraatê rêzeke dirêj saz kirin. Rêza ji mirovan li ber Şaxa Bankeya Zîraatê ya li Yenîşehir Gevran Caddesiyê dest pê kir û heta kîlometreyek dirêj bû. (MA)
***
Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Afşînê bîlançoya ku derketiye holê...
- Pirs: Gelo li Bazarcixê kurdên elewî mecbûrê koçberiyê têne kirin?
- Amed û Van Spor ji bo mexdûrên erdhejê li sehayê bûn: 4-2
- Cenazeyê lîstikvan Atsu şandin welatê wî
- Meclisa Tirkiyeyê dîsa ket betlaneyê
- Navenda Kordînasyona Lezgîn: Rewşa demografîk negurehînin
- Lîstikvanên Entab û Hatayê bi kirê çûn tîmên din
- JMO'yê, li Amedê hejmara avahiyên xisardîtî eşkere kirin (Agahiyên 19'ê mehê...)
- Ji Lîstikvan Christian Atsu xebera nexweş hat
- Amed Spor û Van Spor ji bo alîkariya mexdûran dilîzin
- Agahiyên ji bo DEMA ERDHEJÊ (Vidyo)
- Agahiyên derketine pêş (17'ê mehê)
- Rojnameger Cem Seymen îstîfa kir
- Şaredariya HDP’ê her roj li 3 hezar mexdûrên erdhejê xwarinê belav dike
- 16/'ê mehê agahiyên girîng, ên derketine pêş
- Ji dengbêj Mihemedê Nenyasî xebera nexweş hat
- Wêneyê rojê: TIR'ek, du parkart û dizî!
- 15'ê mehê nûçeyên rojê, tiştên qewimîn...
- Îro çend nûçeyên li ser aborî yên bi erdhejê re eleqedar
- Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin
- Kahtali Miçê qala erdheja Semsûrê kir
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin
- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû
- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir
- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe
- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê
***
Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...
Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...


