logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin

  • Dîrok: 14/02/2023
  • Beş: Nûçe

Berîvan Kutlu / MA / DÎLOK

Ji bin kavilên avahiya 7 qat ku ji 4 bloqan pêk dihat a li Taxa Yavûs Sûltan Selîm a Nûrdagiyê, 50 cenaze hatin derxistin. Hat zanîn ku stûnên avahiyê salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn. 

Di roja 9’an de jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajarên ji ber erdheja Mereşê hilweşiyayîn didomin. Li gelek noqteyan xebat hatine sekinandin û xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye. Yek herêmên herî zêde ji erdhejê bandorbûyî jî navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ye. Tê gotin ku li navçeyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê ji bilî 3 noqteyan, li hemû deverên din ên navçeyê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin. Li gorî xebatkarê tenduristiyê yê dilxwaz ê AFAD’ê; li bajar di navbera 12 heta 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bi dehan kesên di bin kavilan de jî xebatên rizgarkirinê didomin. 

DI BIN KAVILAN DE KESEK HEYE

Dilxwazeke ku ji Sînopê hatiye û xebatkarê fîrmayeke taybet e da zanîn ku stûnên avahiya 7 qat ku 4 bloqên wê heye û 50 cenaze ji bin kavilên wê hatin derxistin, salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn û ev tişt anî ziman: “Di roja duyemîn a erdhejê de em hatin vê derê. Ev bi roja ye em li ser kavilên vî avahî xebatan dikin. Li gorî agahiyên me ji kesên sax derketine bi dest xistin, ev avahî çendek sal berê hatiye çêkirin lê stûnên wê ji bo eywana sporê hatine birîn. Me ji bin kavilên wê 12 kes bi saxî û cenazeyên 50 kesan derxistin. Tê gotin ku hêj kesek di bin kavilan de ye. Lê ji duh ve xebatên li vê derê hatin bidawîkirin. Nizanim bê ka dê çi bi wî kesê di bin kavilan de bibe.” 

TEHLIYE BERDEWAM IN

Welatiyên ku di avahiyên bixesar ên navçeyê de dimînin, alavên xwe kom dikin û ji navçeyê tên tehliyekirin. Hema hema tevahiya avahiyan hilweşiyan e. Hat dîtin ku welatî hewl didin tiştên xwe ji avahiyên ku hema hema bi tevahî hilweşiyayî ne derxînin. Welatiyên ku dibêjin naxwazin li navçeyê bimînin, dibêjin ku di destê wan de tenê alavên wan ma ne. 

PIRSGIRÊKA KON Û DAŞIRAN HÊ JÎ NEHATIYE ÇARESERKIRIN

Bi ser erdhejê re gelek roj derbas bûn lê hêj jî pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin. Gelek welatiyên li navenda navçeyê bi derfetên xwe hinek kon çêkirine û di wan konan de dimînin. Gelek welatiyan jî li dora bankan betaniye pêçandine û hewl didin pirgirêka cih çareser bikin. Yek ji pirsgirêkên din ên navenda bajar jî daşir e. Li qada ku bi hezaran kes lê dijîn, ji bo zilaman 4, ji bo jinan 4 û bi giştî 8 daşirên seyar hene. 


 

Nûçeyên Eleqedar:

- 14'ê mehê, nûçeyên îro... 

- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû 

- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir 

- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe 

- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin 

- Erdhej, agahiyên 13'yê mehê 

- Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker) 

- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye 

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê      


 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Samî Evren bû Serokê KESK'ê

ad

Pêşangeha "Bêmirinî" li benda we ye

ad

Çewlig de xebatêka newe

ad

Ji bo tûrnûvaya fûtbolê banga beşdariyê

ad

222 hezar çûn serdana van çalakiyên çandî

ad

Gotinên li ser "DIL"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname