Amed
Ji ber axaftina Leyla Zana a di Newroza par de du sal cezaya hepsê li wê birîn.
Mebûsa berê ya DEP'ê Leyla Zana di Newroza 2007'an de li Amedê axaftineke kiribû û gotibû ku 3 rêberên kurdan hene û ew jî Barzanî,Talabanî û Ocalan in. Li ser vê axaftinê der barê Zana de doz hatibû vekirin.
Dadgehê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" du sal cezaya hepsê da Zana.


