Ferîd Mîtan - Qamişlo
Ji bo ku bi carekê bipelixîne, her ku keysa derdorê lê hatiye derbeka kuştinê daweşandiye kiloxê serî. Lê berbiçav e ku kiloxê rojavayê Kurdistanê hesinî ye, lewra tavilê vedigere ser kewna xwe ya berê û yekcaran rewşentir dibe. Vê yekê dibêjim, çimkî ji bo hikûmeteka şeşsalî, sepandin û bicihkirina qedexeya derketinê û xweparastina ji vê afata cîhanî, vîrosa coronayê, ne karinên ew qasî rehet û hêsan in. Lê Birêveberîya Xweser a rojavayê Kurdistanê berî gelek welatên cîhanê ev biryara han li qelemê da û bi qasî ku jê tê dibe serî. Li milê din jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bergirî û rêkarên herî guncaw û mikum bi cih dike û di ber ra jî destê alîkarîyê dirêjî Rojavayê dike.
Coronayê ew qiseloka han beravêtî kir
Di rojên dijwar û tengasîyan da, gelek rastîyên nixumandî serqot dibin û êdî meriv dikare malê xwerû ji yê qelp ferq bike. Bi qasî bîyanîyan, kurdan jî ew gotina ku dibêje “kurd bêpergal û nezan in” dubare dikir û gelek qiselokên din ên deraqil bi devxwarî dihatin virvirandin. Kolanên Qamişloyê bi rêbendên xwe yên kontrolê ve bersivên herî xurt û dîyarîçav ên van qiselokan in. Ev kolanên han bi serberzî bi me didin zanîn ku kurd mirovên xweşik û jîyanhez in, bi qasî miletên herî bipêşketî pabendî biryarên hikûmeta xwe ne û hikûmeta wan bi tu tiştê xwe ne kêmî ya xelkê ye. Xortên herî rind û sipehî li ser rêbendan di têz û bendê da ne û bi kurmancîyeka şirîn û kubar bi rêbiwarên ku xwedîyên rewşên awarte ne ra diaxivin, wan kontrol û hişyar dikin û heke bê xwestin ji hin serhişkan rica jî dikin. Ev rewşên awarte ne tê da, wekî din welatîyên deverê di malên xwe da vehewîyane.
Bêdengîya vî bajarî: xwebêj e, vebêj e, rastîbêj e.
Coronayê nemerdî nekir
Mezinên me yên herêmê ku gelek ji wan paşmayên şoreşa Şêx Seîd Efendî û serhildanan in û ji neçarî “binxet” bûn, gelek caran dibêjin; hema çi bi derdorê bê, heyfa kurdan e. Û di karesat û bobelatan da dibêjin; ev ne tu tişt e, me gelek dîtiye, em nifşên enfal û kîmyabaranan, nifşên sêdar û sergonan, nifşên şewata bi hezarên gundan in. Nifşê îroyîn jî ev neh deh sal in ku qirêja hawirdorê tevî xwe lê kiriye yek û hîna birînên vî nifşî (birînên Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipî) nêm negirtine û nekewîyane. Berî coronayê pevçûn û erîş her berdewam bûn û her timî gef li Rojavayê dihatin xwarin û bi ser da direyan. Niha jî pevçûn berdewam e, lê hinekî sist bûye û dengê gef û reyînan êdî bilîyaye, bi carekê temirîye û her kes di xema xwe da ye. Loma, rojavayîyên ku malavayîya coronayê dikin gelekê gelek in û seraqet li ber Xwedê digerin ji bo ku ev afata han niha neqede, lewra heke derdor vala bimîne, ew ê zend û bendên xwe li me vemalîne.
Bi kurtasî rewşa herêmê
- Biryara qedexeya derketinê, bi qasî ku tevgera bazirganîya kelûpelên sereke û pêdivîyên rojane raneweste, hatiye danîn. Welatîyên herêmê di seatên pêşîn ên sibehê da pêdivîyên xwe dabîn dikin û jê pê ve, hin rêzderîyên piçûk ne tê da, herêm xewle ye.
- Dermanxane û nexweşxane, karmendên sazîyên ewlehî û xizmetguzarîyê û peyamhinêrên ku rewşê romal dikin, li ber biryara qedexeyê nakevin.
- Malbatên desteng û hejar ku debara xwe ji karê rojane dikir, Birêveberîyê biryar daye ku destê alîkarîyê dirêjî wan bike û dewlemendên herêmê jî alîkar in.
- Bejahîya herêmê di bin kontrola hêzên asayîşê da ye, lê tenê ji milê Firokxaneya Qamişloyê ve ku li jêr kontrola rêjîmê ye, rêbiwarên ji Şamê tên (ji bo ku li gor biryara Birêveberîyê 14 rojan neyên karantînakirin) xwe ji xalên kontrola asayîşê vedidizin û bi qaçaxî derbasî herêmê dibin.
- Nola hemî welatên cîhanê, li herêmên Birêveberîya Xweser jî tu çare û derman ji vîrosa koronayê ra nehatiye dîtin, lê tenê rêkarên xweparastinê bi xurtî têne meşandin û bicihanîn.


