Qamişlo
Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li aliyekî partî û rêxistinên dixwazin tevlî hilbijartinan bibin, namzetên xwe diyar dikin, li aliyekê din kar û barên wekî diyarkirina hejmara hilbijêran, avakirina lijneyên hilbijartinan ên kanton û bajaran, derxistina qanûna dabeşkirina îdarî û hwd. tên meşandin.
Di sala 2022- 2023’yan de li herêmê serjimêrî hatibû kirin, lê ji bo diyarkirina hejmara hilbijêran serjimêrî tê nûkirin.
Daîreya Plansazî û Amaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk demek berî niha ji bo hemû meclisên kanton û bajaran nivîsek şandibû û xwestibû ku hejmara dawî ya şêniyan diyar bikin.
Di vê çarçoveyê de li tevahiya herêmê bi riya komîn û meclisan serjimêrî tê kirin. Tê plankirin ku di çend rojên pêş de ev xebat bi dawî bibe.
Bi diyarkirina hejmara nû ya şêniyên herêmê re, wê hejmara hilbijêrên ku dê roja 30’ê gulana 2024'an karibin deng bikar bînin jî zelal bibe.


