logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Ziman mafeke xwezayî ye

Guneh an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi tu zimanî nikare bibe sedema gunehan an jî xêran. Kesê ku bixwaze gunehan

  • Dîrok: 18/10/2009
  • Beş: Serbest

Ahmet DERE

Zarok di zikê dayika xwe de guhdarî zimanê dayika xwe dike. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin ew hevokên ku dayik ji wan re bilêv dikin in. Lewre bikaranîna zimanê dayikê, ji bo her kesê û li her deverê mafeke herî xwezayî ye.

Guneh an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi tu zimanî nikare bibe sedema gunehan an jî xêran. Kesê ku bixwaze gunehan bike ew dikarin di her zimanî de bikin. Mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, frensî an jî zimanêkî din nîn e. Tu ziman nabe hacetê esasî yê gunehan, an jî yê xêran. Lê belê di dîroka kurdan de ev rastî cuda hatiye dîtin. Heya 3 sal berê jî, li welatekî wekî Tirkiyeyê, çawa ku anîna ziman a ramanê ne azad bû, her wiha bikaranîna zimanê kurdî  û rastiya wî jî sûc dihate hesibandin. Heman rastî di dema Seddam Huseyîn de jî li Iraqê dihate dîtin. Îro li Îranê û li Sûriyeyê jî zimanê kurdî di bin zextê de ye, xebatên ji bo pêşxistina wî têne astengkirin.

Di vê pêvajoyê de xebatên ji bo pêşxistina zimanê dayikê pêwîstiyeke mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di destpêkirin û meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de rola sereke yekser dikeve ser milên derdorên rewşenbîr, ciwan û xwendekaran. Bêguman ji bo pêşxistinekî baş a ziman, pêwîstî bi keda hemû qadên gel heye. Lê belê berpirsyariya ku dikeve ser milên rewşenbîr, ciwan û xwendekaran zêdetir li pêş e. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bilîzin.

Li ku derê Kurdistanê, an jî li ku derê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê ciwan û xwendekarên kurd di vî warî de xwe zêdetir di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûne û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e. Di roja îroyîn de ciwan û rewşenbîrên kurd zêdetir xwedî îmkan û derfetan in. Berê her tiştî, di hemû cîhanê de şiyarbûnekî li hemberî mafên mirovan heye û ji bo daxwazên aramî, demokratîk û xwezayî heye. Heke ciwan û rewşenbîrên kurd derfetên heyî û rewşa objektîf baş binirxînin wê bikaribin pir encaman bidest bixin. Divê baş were zanîn ku her çalakiyekî û raberkirina her helwestê dibe qewetekî moral û tesîrê li ser hemû kurdan dike.

Di aliyê din de, pêşxistina zimanê kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîne. Ew di heman demê de xwedî wateyekî siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, pêwîst e ku her kurd zimanê xwe yê dayikê, kurmancî, soranî, zazakî û goranî, wekî mafekî xwezayî, hîn bibin, bidin fêrkirin û biaxivin. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî ya ji alî rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybetî li zimanê xwe  xwedî derkevin. Lewre divê di her qadên jiyanê de kurdî were bikaranîn.

Roja îro rexneya herî giran ya ku dibe, “Kurd bi zimanê xwe naaxifin” e. Ev rexneyên di der barê bikarneanîna zimanê kurdî de rast e. Pêwîst e em wate bidin helwesta van derdorên ku tim rexneyên xwe li dijî axiftina bi zimanê tirkî, erebî û farisî dikin. Ez rexneyên van derdoran di cih de dibînim.

Ez li dijî bikaranîna te zimanan nîn im. Heke ji bo me kurdan pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana kurdan çêbike. Lewre ez dixwazim hemû kurd ji derveyê zimanê xwe tu zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farisî û tirkî bikar neynin. Divê em zimanên biyanî jî bizanibin. Lê belê dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di jiyana malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş ev dibe xetereyeke mezin. Pêwîst e tu kurd xwe neke vê rewşê.

Ji destpêka sedsala 21’ê ve em wekî gelê kurd di pêvajoyekî pir bi aloz û bi wate de derbas dibin. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bikaribin baştir li ser lingên xwe bisekinin, divê em bi rêbazên cur bi cur têbikoşin. Rêbazeke herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikare di çarçoveya têkoşînê de were dîtin. Lewma, ez dibêjim her kurdê ku dikare di jiyana xwe ya rojane de fikrên xwe bi kurdî bîne ziman, divê ku ew bi kurdî  jî biaxive. Yên ku nikarin, divê hewl bidin da ku fêr bibin.

Di pir nivîsên xwe de ez hêviyên xwe yên ji bo pêşketina zimanê kurdî bilêv dikim. Di vî warî de pêşketin jî hene, lê belê ev ne bes in. Ez ê tim vê baweriya xwe diparêzim û berê her tiştî ji rewşenbîr, ji ciwan û ji xwendevanên kurd hê zêdetir hewldanên tekoşînê hêvî dikim.

Heya niha, çi li her çar parçeyên Kurdistane û çi jî li Ewropayê, pir civîn û konferansên ku di der barê zimanê kurdî de çê bûne hene. Ez dizanim ku armanca van hemû xebatan pêşxistina kurdî ye. Li başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngehên ku bi kurdî perwerde didin her ku diçin dewlemend dibin. Ez derfetên li başûrê Kurdistanê wekî fersendeke mezin, a ji bo pêşxistina kurdî dibînim û dipejirînim. Îro di cîhanê de jî bi sedan zimanzanên kurd hene û xebatên xwe yên hêja dimeşînin. Lewre ez bihêviyên mezin li paşeroja zimanê dayika xwe dinêrim.

17.10.2009

farasin@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

'Min Dît' li Almanyayê hat xelatkirin

ad

YMK’ê binçavkirina sendîkavana şermezar kir

ad

Heta kengî di şanoyê de werger?

ad

Rewşa nû ya 11 rojnamegerên binçavkirî

ad

Pirtûkên kurdî li zarokan hatin belavkirin

ad

Frankenstein 200 salî ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname