logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Masiyê Helîm Yûsiv

Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêşana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêşîn ên romanê, rê li ber dudil

  • Dîrok: 22/05/2010
  • Beş: Serbest

Ehmedê Huseynî 
 
Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêşana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêşîn ên romanê, rê li ber dudiliya xwendevên digire û wî naçar dike ku xwendinê berdewam bike. 
 
Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêşana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêşîn ên romanê, rê li ber dudiliya xwendevên digire û wî naçar dike ku xwendinê berdewam bike. Ji xwe eger ew çend rûpelên pêşîn bi çurîskên helbestvaniyê, rewanbêjiya kurmanciyê û bi herikîna derbirînê  xemilandî bin, wê çaxê yê xwendevan jî alavên xwe yên xwendina deqekî dahênane bi şêwazekî bîrtûjane amade dike û bi coşa ku ev xwendin dê tiştekî xweş bidêyê, dixwîne.
Min, gelek caran, piştî xwendina çend rûpelan, roman ji destê xwe avêtiye û min di cih de hest kiriye ku xwendina vê romanê dê ziyanê bigihîne zimanê min, xeyala min, çêjwergirtina min a wêjeyî û bîrûboçûnên min ên der barê jiyanê, mirinê, evînê, hevaltî û gelek têgeh û çemkên min ên mirovane, ango xwendina vê romanê di şûna min bi pêş ve bibe, asoyên nû di hişê min de veke, tiştekî li min zêde bike, hestên min ên mirovane berfirehtir bike û wateyên cihêreng pêşkêşî nasnameya min, xewna min, merc û egerên hebûna min bike, dê min ber bi paş de vegerîne û ziyanê bigihîne asta min a çawatî û çiyetiya xwendinê, lewre min biryara ji destavêtina romanê di cih de daye û min ew romannivîs ji ferhenga xwe û ji dîmena avakirina geşepêdana kurmanciyê avêtiye.
Bi gotinek e din, pêwist e romannivîsên kurmanciyê berî ku dest pê bikin û romanan binivîsînin, bizanibin ku xwendevanên romanê, pêşîn romanên xweş bi zimanên din dixwînin û dikarin di kêlîkên xwendinê de, birawerdiyekê di navbera romanên zimanên din û romana kurdî de ava bikin. Ango dikarin berhemên xweş û yên ne xweş ji hev derxînin.
  Li vir jî dixwazim ji xwendevanên kurmanciyê re bi zimanekî eşkere û zelal bibêjim: Di cîhana wêje û afirandina kurmanciyê de, ne her tişt hêjayî xwendinê ye, ne jî her berhemeke madem bi kurmancî hatiye nivîsandin, pêwist e em wextê xwe ji boyî xwendina wê terxan bikin!
Berhema ku çêj jê neyê wergirtin, ya ku mirovan sermest û sersom neke, ya ku xwendevanê xwe tûşî aloziyan, sawîran, dudiliyan, têramandin û hizirînan neke, ya ku mirov di nav kod û amaje û sîberên xwe de winda neke, pêwist nake were xwendin.
Hetanî ku li darê dunyayê bin, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe.
Ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne, nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye. Wek ku çawan hetanî aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêş, têkelkêş, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Desthilatbazî û dagîrkirina Masî ya hest û bîr û bîrewerî û hizrên xwendevanên xwe, serencama proseseke wijdanî, siyasî, civakî û derûnî ye. Romannivîsê romanê, di kêlîka ku qehremanê xwe, mîna gelek romannivîsan hema hema dikuje, wî radestî bûyeran, rûdanan, kêşeyan, gîrûgiriftan û barûdoxan dike, li koşeyên erdnîgariyekê wî bêsima û bêarmanc û bêhêvî û bê ling û bê evîn dihêle, di heman kêlîkê de, Masiyê xwe hetanî radeya dawîn a nîgaşan û xeyalan û fantaziyan, ji hundirê hundir ve ronî, eşkere û şirove dike. Ji hundir ve ronîkirina kesan, zeftkirina nakokiyên bingehîn û cewherî yên hest û têramandinan, bi lêhûrbûn û hûrgilî pêşkêşkirina rabirdû û aniha û siberoja qehremên û amajepêdana çarenûsa trajîk a bûnewerê ku di bizava giştî ya romanê de desthilat e, wisa dikin ku şopa Masî di şaneyan de kûrtir bibe û di hiş de jî ezmûnên xwe yên takekesane û gelemper bi cih bike.
Cûre, qat, şêwaz û formên vegotina zimanî yên di romanê de, ango bikaranîna zimanên cihêreng û cihêwaz ên ku derbirînê pêktînin- zimanê şer, zimanê tenhatiyê, zimanê evîn û mikurhatinê, zimanê tirsê, zimanê dilsojiyê, zimanê hevaltî û mirinê- û hewldana Helîm Yûsiv ku xwendevanê xwe bi zimanê yekaheng newestîne, çend hoker û faktorên din in ku, di Gava Ku Masî Tî Dibin de, mirovan hem bi Masî re tî dikin û hem jî rê nadin xwendevên da ku xwe vehesîne.

ehmedehuseyni@live.co.uk 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

***

Hin nivîsên eleqedar:

- Gelo 'Masî' bi çi tîbûna xwe dişikênin

- Masiyên Tî

- Gava Ku Masî Tî Dibin çi diqewime?

- Helîm Yûsiv: Nivîsandin li ba min encama şewata rih e

- Helîm Yûsiv: Agirê ku min neşewitîne, ez nikarim li ser wî agirî binivîsim

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Feqî Huseyn Sagniç didin Suleyman Çevîk

ad

'Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî' derket

ad

Traktor di hilbijartinan de bi kêrî çi tê?

ad

Barzanî hat Tirkiyeyê

ad

Biryara berhevkirina 2 romanên Aryenê

ad

Hay ji ATM'yan hebin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname