Diyarname
Kayûman di du salên ku dest danîn ser şaredariyên kurdan gelek tabelayên bi kurdî û gelek tabelayên aîdê bûyerên li ser kurdan radikin. Lê ji wan kayûmê ku dest danîbû ser Şaredariya Bedlîsê tabelaya ku Şaredariya HDP'ê daliqandibû û li ser bi kurdî "Şaredariya Bedlîsê" dinivîsand ranekir. Û di 31'ê adarê de hilbijartin çêbû, şaredarê ku li ser navê AKP'ê hat hilbijartin tabelaya ku kayûmê ranekiribû rakir. Şaredarê AKP'ê Nesrullah Tanglay tabelaya bi kurdî rakir û tenê tabeleya bi tirkî "Bitlis Bedeliyesi" daliqand.
Em van her du fotoyan ku yek jê ya berê, yek jî ya ku niha şaredar daliqandin didin ber hev û wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin.



