Batman
Midûriyeta Giştî ya Karên Afetê ya girêdayî Wezareta Îskan û Bayindirlikê dê li Heskîfê anketê çêke û bike ku wan qanî bike.
Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin dê roja çarşemê 60 anketor anketê saz bikin. Anketa ku dê rojeke berdewam bike de 27 pirs hene. Hin pirsên di anketê de hene ev in:
- Ji endamên malbatê yên ku li derveyî Heskîfê dijîn hene?
- Hûn salê de çend mehên xwe li Heskîfê derbas dikin?
- Der barê cihê nû ku Heskîf dê bar kin wir hûn çi difikirin?
- Divê hundir û derdorê cihê nû çawa be?
- Hûn dixwazin pere deyn bikin û li hember bibin xwedî malên nû?
- Hûn dixwazin pere deyn bikin û li cihê nû bibin xwedî karekî?
Bi vê anketê dixwazin meyla heskîfiyan bikişînin ser cihê nû yê ku hukumet dixwaze Heskîfê bar bike wir. Her wiha digel anketê rayedar dixwazin bi heskîfiyan re civînan çê bikin û wan qanî bikin. Hate gotin ku de di van civînan de Midûrê Emniyetê yê Navçeyê û rûsipiyên navçeyê jî amade bin.


