Diyarname
Piştî du salan carek din li RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê) endamekî li ser navê HDP'ê çêbû.
Îro ji bo RTUK'ê 3 endam hatin hilbijartin. Li ser navê AKP'ê Nurullah Ozturk ku jixwe endam bû carek din hat hilbijartin. Li ser navê CHP'ê rojnameger Faruk Bîldîrîcî û li ser navê HDP'ê jî Alî Urkut hat hilbijartin. Urkut ku Cîgirê Serokên Giştî yê HDP'ê bû salên dirêj e di nav partiyê de kar dike.
Endamên RTUK'ê li gor hejmara mebûsên li meclisê tê belavkirin. Du sal berê AKP'ê û MHP'ê li hev kiribû endamê HDP'ê ketibû, niha carek din bû xwedê endamek.


