Diyarname
Kurtefîlmê derhêner Arîn Înan Arslan ê bi navê "Pera Berbangê" di 61'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê de dikeve pêşbaziyê.
Arîn Înan Arslan kurtefîlmê xwe li Dêrsimê kişandiye. Kurtefîlms li ser çîroka Bişkov ku kevokên kedî li bazarê azad dike û bi vî awayî debara xwe dike, hehr wiha qala valakirina gundan û koça bajaran dike.
Fîlmê ku Yoldaş Toy, Alican Pinar, Ana Rindan, Erdal Ceviz, Mirza Metin, Alişan Unlu têde lîstine derhêneriya dîtbarî Senem Tuzen û derhênirya hunerê jî Metin Çelik kiriye.
Arîn Înan Arslan derhênekî kurdê bakur e. Wî berê kurtefîlmên bi navê "Kirinti", "Sî û ba" kişandibû. Bi "Kirinti" di Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney de xelat girtibû. Bi "Sî û ba" jî di 11'emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Tehranê û Pêşbaziya Kurtefîlman a 3'yemîn ya Sony Pictures Home Entertainment de xelat girtibû.
Arîn, digel van li derveyî Tirkiyeyê beşdarî gelek festîvalan bûbû û ji wê derê jî destvala venegeriya bû.




