Diyarname
Filmekîmî ku di navbera 8-14’ê mehê de li dar dikeve bilêtên wê ketin piyaseyê û bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma.
Festîvala payîzê Filmekimi ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê li dar xistin îsal 9’emîn car li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 8-14’ê mehê de li dar dikeve û di 2’yê mehê de dest bi firotina bilêtên wê hat kirin. Sînemahezan eleqeyeke mezin nîşanî bilêtan dan û ji bo kirîna bilêtan rêzeke mezin pêk hat.
Bilêten festîvalê nava hefteyê bi 4 TL têne firotin ku bi taybetî jî seansên nav hefteyê rastî eleqeyê tê.
Foto: Cahit Çeçen
**
Nûçeyên eleqedar:
- Festîvala payîzê Filmekimi bi fîlmên navdar tê



