Diyarname
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Behram Salih ligel Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li Davosê hevdîtin çêkirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê, têkiliyên Herêma Kurdistanê yên ligel DYA'yê, rewşa enerjiyê, li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê hatiye sekinîn. Tê gotin ku li ser têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û rewşa Sûriyeyê jî axaftin hatiye kirin.
Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin ku Barzanî sipasiya Trump kiriye ku wan bi hev re pişta DAIŞ'ê şikandine û daxwaza têkiliyên warên cuda ligel wan û Amerîkayê kiriye.
Her wiha Serokomarê Iraqê yê kurd Behram Salih jî ligel Trump civînek saz kir û li ser rewşa Iraqê axivîn.



