Diyarname
Weşanên Lîsê çalakiya "Du ziman digihîjin hev" vê carê li Amedê û Wêranşarê bi beşdariya nivîskarên xwe li dar dixe.
Weşanên Lîsê heta niha hin pirtûkên ku ji tirkî wergerandin kurdî û kurdî û tirkiya wan bi hev re çap kir, di vê çarçoveyê de bi beşdariya nivîskarên van pirtûkan çalakiya Du Ziman Digihîjin hev jî li dar dixe. Heta niha li gelek bajaran ev çalakî li dar ket, vê carê careke din li Amedê û her wiha li Wêranşarê jî çalatiyê bi beşdariya nivîskarên xwe li dar dixe.
Çalakiya ku dê Weşanxaneya Lîs, bi hevkariya Serkonsolosxaneya Swêdê ya Stenbolê û Weqfa Kamerê û Anadolu Kültür, Eğitim Sen ya Amedê û Şaredariya Weranşar pêk bîne, bi tevlibûna Muge Îplikçi ku li gorî projeyê pirtûka wê hatiye wergerandin, di 25 û 26’ê Nîsanê de li dar dikeve.
Di çalakiyê de, pevgihîştina du zimanan, hevbandoriya wan, lihevcivîna jinan a di ‘çîrokan’ de û pirtûka Muge ÎPLİKÇİ (Gelaciyên Bajarê Nû-Yeni Kent Dedikoduları) ku li gorî projeyê bi edîtoriya Lal Laleş û Şeyhmus Diken, ji aliyê Weşanxaneya Lîs ve di rêzeya Mohrên Mor de bi Kurdî-Tirkî hatine weşandin, bên danasîn.
Cih û dîroka li dar ketina çalakiyê:
Amed
Dîrok: 25.04. 2008 / În
Saet: 18:30
Cih: Egitim Sen Şaxa Amedê
BEŞDARVAN: Muge Îplikçi
Wêranşar
Dîrok: 26.04. 2008 / Şemî
Saet: 14:00
Cih: Navenda Çandî Ya Wêranşar
BEŞDARVAN: Muge Îplikçi, Şeyhmus Diken, Dilawer Zeraq, Lal Laleş


