___Dilyar Amûdî___
Malperek bi navê Navenda Filistinî ya Enformasyonê dest bi weşana kurdî zaravaya soranî kir. Malpera ku ji sala 1997'an ve weşanê dike girêdayî rêxistina Hemasê ye.
Malpera Navenda Filistinî ya Enformasyonê ku bi 8 zimanan weşanê dike û nêzîkî rêxistina Hemasê ye. Navendê 18'ê gelawêjê dest bi weşana kurdî, zaravaya soranî, kir.
Malper sala 2017'an ji aliyê desthilata Filistinê li Beşê Rojavayî hatibû qedexekirin.
Navendê li ser mijarê îdîa kir ku "ev gava nû qebûlkirina helwesta gelê kurd û rola wan a dîrokî ya kûr di piştgiriya pirsa Filistinê de" nîşan dide.
Di daxuyaniyê de behsa Selahedînê Eyûbî hat kirin û wisa hat gotin: "Kurd di hişê xwe yê kolelktîv de mîrata serok Selahedînê Eyûbî -rizgaekerê Qudsê- dihewînin ku wekî semboleke yekker radiweste û di hiş neviyên xwe de bi serbilindî tê bibîranîn."
Malper bi zimanên erebî, ingilîzî, frensî, rûsî, urdû, farisî, indonîzî û tirkî weşanê dike.
Ev gav di demekê wisa de tê ku Îsraîl bi dengekî bilind behsa mafên kurdan dike.
Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANA'yê berî çend rojan jî dest bi weşana kurdî kiribû.
**
Nivîsa Eleqedar:


