Diyarname
Lîstika Teatra Mencel a bi navê "Tenê Fedê" yekem car di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de derdikeve ser dikê.
Lîstikvan Fatma Şelem yek ji lîstikvanên Teatra Mencel e. Wê bi kurdî bi navê "Tenê Fedê" lîstikek nivîsî û ew derxist ser dikê. Û niha ji bo Roja Jinan wê pêşkêş dike. Lîstik roja 7'ê mehê saet 15'an de li Salona Teatra Mencel tê lîstin û jin dikarin bê pere lê temaşe bikin.
"Tenê Fedê" lîstikek trajîk e, Fatma Şelem û Dilvîn Abî têde dilîzin. Lîstika ku derhêneriya wê Narjes Estakhr kiriye çîroka Fedê pêşkêş dike. Fedê ku hê 12 saliye ji bo birê xwe dikin berdêlî. Lîstik çîroka trafîk a Fedê pêşkêş dike
Fatma Şelem a nivîskara lîstikê bi xwe jî di 15 sailiya xwe de zewicandine. Şelem ji bo Ajansa Mezopotamyayê li ser mijarê wisa gotiye: "Ez hê 15 salî bûm dema diçûm lîseyê malbatê ez dam zewicandin. Di wê temenê zarokatiyê de dema tu yekê didî zewacê dibêje qey tiştek xweş e. Tu dibêjî qey lîstikek e. Tu dibêjî qey lîstika zewacê ye. Dema min ev lîstik nivîsand ez ne dûrê vê hestê bûm."
Ew dibêje ev yek ne jiyana min tenê ye, tenê ne karaktera ku min xeyal kiriye, ev hesta hemû jinan e,


