Miqedek Akin*
Vê Adarê, em di dayîrekên xwe yên ku em li dana kirêya wan mane heyrî de asê man mixabin. Meha adarê di malê de çêdibe qey? Ev meh wexta çalakiyên amedekirê îja bên lidar xistin, pêşkêş kirin û parve kirinê ye. Derve ye ev meh, ne hundir e. Zivistanan, derve bi qurbana hundir be dibêjin mezinên me, bi xebera wan e. Lê ka kê dîtîye serê biharê me xwe di odeyan de genî kiriye ku em li hev kom nebin, nedin û nestînin, serdana hev nekin, şahî û çalakiyên xwe li dar nexînên. Adar nexuya ye, mafir ew tune ye. Em ji dîtinê bawer dikin, ku goştê ga ne li ber çavan be, behsa wê ne mesele ye. Gotin dê her hebe lê me tişt nedît vê adarê çi heyf e keda miletanb Ka binêrin li Katalonyayê adara me çawa ye:
Em bi carekê re di xanîyan de, vê bihara hanê, man asê.
Têkilîyan serê hev xwar
Ne kes têr pirsa kesî dike, ne di ber dilê hev dide, çimkî hemî der hema hema di eynî rewşê de ye. Em tena serê xwe man, tikîtenê. Mesele ez û Miqê nema dişên ji hev baz bidin, berê xwe bi wê de bikin, xwe bi karê pêşkirina an jî hînbûna zimanan biştexilînin da ku em tena serê xwe-bi hefteyan-tenê nemînin. Dem ne em dema ku em hefza xwe ji xwe û ji malîyan bikin e. Ezmûneke encam-nedîyar e li pêşîya me ye û em ê teqez di nav çavên hev de bin bi hefteyan zarok hebin eger dê ji hergavê bêtir hebin, ku nîv-problemek me û hevalên malê hebin dê bibin mişkuleyên qerase, ku me hevjînek hebe dê têkilê bê li serê benikek ziravik bisekine ne ji rêzefîlmên Netflîksê be dê ew ben teqez biqete.
Kultur
Li bajarên wekî Barselonayê hingî çalakîyên hunerî hene ger ez du rojan li ser hev di mal de bimama ji bo lêhûrbûn û fikirînê- hûn zanin ev du aktîvîteyên wekî luks tên hesibandin di sedsala 21/em de-roja sis^dyan min xwe diavêt derve bextê hinek xerîb an jî nîv-nasan
Van rojan her êvar saet di 8'an de bi çengurê erbaneya xwe digirim û li şaneşînê gurm û hey gurm lê didim ji bo xatirê ji kedkarên nexweşxaneyan re bêjim SPAS cîranên berê bi zorê sİlavê li me dikirin ketine bextê konsertên min ên 5 deqîqeyan.
Market
Îro tam hefteyekî ye min ji mal gava xwe neavêtiye derve. Ji min re ev diserife ev çimkî li malê li ser kompîturê materyalan ji bo şagirtan amade dikim, vîdeo qeyd dikim û bo wan bi rê dikim. Em civînên xwe li ser hangoutsê dikin li gel 11 mamoste yên din sekreterek û xwedîya akademiyê. Ji bo alevêrê hevalê min dere marketê ev bûn du car vê lehengiyê dike. Dido bi hev re nikarin herin an jî di siwarakê de ku rewşek awarte tune be yek şexsek tenê dikare hebe. Ez li ajotina li xerîbiyê hîna ne serbest im lewhe û navê riyan bi katalanî û spanî ne loma li hev şaşo maşo dikim, Hê neqla ku hevalê min lepikên xwe yê naylonî ku li ser boyaxa poran ji min re belaş hatibûn dixe destên xwe û dikeve asansorê ez bi çavê hero-yekî lê dimeyzênim. Ew ber bi rîska pêketina bi nexweşiya ji nedîtî ve qira miletê anî ve diçe. Jê re dibêjim hafiza xwe ji însanan bike, mesafeya metrokî ji bîr nekî, çawa daxilî hundir bûyî lepikên naylonî li hêwanê deyne. Piştî ji derve vedigere ez xwe jê dûr dixim qaşo heta vîrusên bi xwe re anîn bimirin-bicehimin.
Bihara xerîb
Her sibe ji şaneşînê li bêndera ku şîn bûye dinêrim, dengê çivîkan bêyî yê zarokan maye vê biharê. Em ji nîsana (avrêl) par ve hatine vê mehela gypsy-an em ê nizanibin ka adara wê çaw ye. Me mecbûrî ji ser adarê gav kir em jê bihurîn. Em bê adar man vê biharê.
Rojbûna min a nefermî, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û sersala me Newroz li me çû îsal li erda Katalonyayê. Em bi hesreta xeberên xweş ên radyo nasyonala vira ne. Kengî xebera xêrê hat em ê biharê ji nû ve bidin destpê kirin. Berê berê em ê sersaxiya kesên ku nekaribûn miriyên xwe cara dawî bibînin bikin û em ê di ber dilê, merivên ku li nûçeyên halo godarî kirin, bidin:
Dibêjin ji ber ku mekîneyên bêhnsitendinê têra nexweşan nakin kesên extiyar didin alîyekî û bala xwe didin yên di binîya 65'î…
Bi hêvîya biharên tije adar.
*Ji Bîanetkurdî hatiye girtin


