Diyarname
Pera Fîlm ku di bin banê Muzeya Perayê de karên xwe dike fîlman jî nîşan dide. Lê ji ber vîrusa koronayê wan jî salona xwe girtiye û niha beşek kurtafîlman online pêşkêş dike.
Pera Fîlm navê "Evde tek başina / Li malê bi tena serê xwe" li bernameyê kiriye û di bin vî manî de hin anîmasyon û hin kurtefîlm hene.
Ji van didu ji Tirkiyeyê ne, yên din ji derveyî Tirkiyeyê ne. Heta 30'ê vê mehê bê şîfre her kes dikare li wan temaşe bike.
Di vê çarçoveyê de ev dê bêne nîşandayîn: "Oh Willy…" (Derhêner Emma de Swaef, Marc James Roels), "Over" Derhêner Jorn Therelfall), "Balik Havuzu" (Derhêner Ezgi Kaplan), "Merkur" (Derhêner Melis Balci, Ege Okal), "Hoşgeldin Lenin" (Yên çêkirine: Begum Ozden Firat, Aylin Kuryel, Ahmet Murat Ogut, Emre Yeksan), "Carlotta" (Derhêner Valentin Riedl, Frederic Schuld), "Idle, Torrent" (Derhêner Aleks Moy)
Ji bo temaşekirina kurtefîlman lînk ev e:


