Diyarname
Bajar û Keleha Zêrzevanê ket nava Lîsteya Demkî ya UNESCO'yê. UNESCO'yê 14'ê vê mehê di malpera xwe de ev yek ragihand.
Keleha Zêrzevanê
Keleha Zêrzevanê ku li Çinara Amedê ye ji aliyê Romayiyan ve wekî navenda leşkerî hatibû çêkirin. Dîroka wir diçe heta 1600 sal berê. Van salên dawî ev der hê nû nû tê naskirin û niha UNESCO'yê jî ev yek nas kir. UNESCO cihên wisa dîrokî pêşî digire nav lîsteya demkî û paşê krîterên wê temam bin digire nav lîsteya her demî. Ev lîsteya UNESCO'yê zêde bi kêrî tiştek nayê, ji ber ku dema ew cihên dîrokî têne hilweşandin UNESCO nikare tiştek bike lê ji aliyê nasandina wan cihan ve xêra wê heye.
DÎTAV'ê xwestibû sala 2021'ê bibe Sala Zêrzevanê û ji bo vê yekê belgefîlmekî nasandinê jî çêkiribû.
LALEŞ
Her wiha navenda baweriya kurdên êzîdî Laleş jî ketiye nava lîsteyê. Laleş bi van gotinan hatiye nasandin: "Perestgeha Laleşê girêdayi walîtiya Nînova, li herêma Şêxan e. Nînova nêkî 60 kîlometre li aliyê bakurêrojavayê wê, nêzî 40 kîlometre Walîtiya Duhokê heye. Her sê aliyên wê bi çiyayan ve hatine pêçand, ew li newalek e.
Ev e belgefîlmê li ser Zêrzevanê:
**
Vaye hemû cihên di lîsteyê de:
LÎSTEYA UNESCO


