Pirsûs
Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo şîna kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim çûn rojavayê Kurdistanê û vegeriyan.
Şervan Muslim ê endamê YPG'ê roja 9'ê vê mehê di şerê di navbera YPG'ê û El Qaîde de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo şînê Hevserokên BDP û KCD'ê çûn Rojava û vegeriyan. Piştî şînê li ser sînor Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş axivî û got: "Em çûn şîna malbata Salih Muslim. Lê ew hê nehatibû. Li wê derê gelê kurd êrîşê kesî nakin. Ew axa xwe diparêzin. Tirkiyeyê heta niha piştgirî da çeteyan. Bi taybetî li Reyhanliya Hatay û Serokatiya Rihayê piştgirî dide. Tirkiye mecbûr e polîtîkaya xwe ya derve ji nû ve binirxîne. Gelê Rojava neyartiyê li hemberî Tirkiyeyê nakin. Tiştê dikeve ser milê Tirkiyeyê ew e ku vîna gelê wê derê qebûl bike. Tirkiye mecbûr e piştgirî bide xwe parastina gelê kurd, ereb, sunyanî ya li wê derê. Em ji bo malbata Salih Muslim û hemû kurdan serxweşiyê dixwazin."
***
Nûçeya eleqedar:
- Kurê Salih Muslim Şervan Muslim hat kuştin


