Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Belçîkayê biryar da ku îsal lîg neyê lîstin û tîma Club Brugge ku lîder bû wekî şampiyon ragihand.
Endamên Lijneya Giştî ya Pro Lîg a Belçîkayê ji ser telekonferansê re li hev civayan, li ser qedera lîgê biryar dan. Lijneyê biryara lîga ku di meha adarê de hatibû rawestandin da û got ku îsal êdî lîg dest pê nake, şampiyon jî lîder Club Brugge ye. Brugge bi 70 pûanan di rêza yekemîn de bû û piştî wê Gent bi 55 pûanan bû. Her wiha biryar hat girtin ku tîma Waasland-Beveren jî ji lîgê bikeve.
Li Fransa û Hollanda jî biryar hatibû girtin
Berî vê li Fransa û Hollanda jî biryara bidawîkirina serdema lîga 2019-2020'an hatibû dayîn.
Hollandayê biryar dabû ku dê kesî wekî şampiyon ranegihînin lê li Fransayê tîma Paris Saint Germain (PSG) wekî şampiyon hatibû ragihandin.
VENEZUELA
Her wiha li Venezuelayê jî lîg hat betalkirin. Federasyona Fûtbolê ya Venezuellayê biryar da ku îsal lîg betal bûye, tu tîm wekî şampiyon nehatiye ragihandin.
Li Venezuellayê îsal tenê 6 hefte lîg hatibû lîstin û bi 16 pûanan Zamora yekemîn bû. Li wê derê jî di meha adarê de lig hatibûn rawestandin.


