Diyarname
Jina Apê Feqî Huseyîn Sagniç Rabîa Sagniç îro li Wanê di encama qezayeke trafîkê de wefat kir.
Rabîa Sagniç di sala 1931'ê de hatibû dinê. Mêrê wê Feqî Huseyn Sagniç ku di jiyana xwe de ji bo kurdî, kurdan, zimanê kurdî têkoşîn dabû, dayika Rabîa Sagniç jî her li cem bû û jêre bûbû pal û pişt. Rabîa Sagniç ew bi xwe jî gelek caran beşdarî çalakiyan bûbû, gelek caran beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûbû û dengê têkoşînê bilind kiribû.
Cenazeya Sagniç dê li Tetwanê bê definkirin.
Em li ser navê Diyarnameyê dibêjen Xwedê bi rehma xwe şa bike û aramiyê bide zarokên wê, nas û dostên malbata Sagniç.


