logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî

Di dîroka helbestê de yanî ji serdema Yewnana kevin û heta niha helbestvanan bi teoriyê bi tevahî bûyerên qewimîne fêhm

  • Dîrok: 20/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Di dîroka helbestê de yanî ji serdema Yewnana kevin û heta niha helbestvanan bi teoriyê bi tevahî bûyerên qewimîne fêhm kirine, di heman demê de tiştên fêhmkirine jî pêkanîne, pê re jî mijar û babet afirandine.

Heger em çavekî li helbesta Ehmed Huseynî bigerînin em ê gelek ji formên ku teorî û pratîka helbestê tên destnîşankirin ji hev derînin û zelal bikin.

Beşên wêjeyê hemû bi teoriya xwe ve girêdayî ne, yanî em dikarin bibêjin, mijarên di romanê de û kompozîsyona wê çawa tê û di çi çarçoweyan de tê ravekirin çîrok jî wisa ye. Li vir, divê em rawestin, ya helbestê bi teorî û bi pratîka xwe zû bi zû nayê zelalkirin, lê belê di teorî û pratîka Ehmed Huseynî de; di nava ezmûna wî de ev ji me ve rave dibe û tê şîrovekirin.

Lê ji bo ku em ji bîr nekin, di nav daneheva xebatên Huseynî de mirov dikare bibêje, helbesta wî rewanbêjî û xweşbêjiya hest û xeyalê bi xwe ye. Jixwe dema ku hûn helbesta Huseynî dixwînin ew têkiliya rewan û rûhî (giyanî) tê dayîn.

Girêdayî babeta teorî û pratîka helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî gelek ji gotin û şîroveyên nivîskarên navdar yên cîhanî tên bîra me. Luois Aragon (1897-  1982) dibêje, di teorî û pratîka helbestê de sêhra hunera helbestê ew e ku lawaziyan werdigerîne bedewiyê.

Yanî Ehmed Huseynî di pêvajoya daneheva peyvan û berzkirina helbesta nûjen de me bi rehetî derbasî wê bedewî û xweşikbûnê dike ku Luois Aragon behsê dike.

Di nava teoriya helbestvanên cîhanî de, teoriya helbestê teoriyek e ku li ser formên edebî û vegotina edebî nîqaşan dike, lê Ehmed Huseynî di çarçowe û derbirîna xwe ya şîroveyan de me bi hin têgînan derbasî cîhana xwe ya taybet dike.

Dibe ku car caran hin ji têgînan bi taybetî di teoriya helbesta Huseynî de ji hin xwendevanan re zêde ne zelal be, dîsa ji ber ku heta vê gavê dibistanên helbestê tinene. A rast xwendevanên helbestê kêm in, lê di heman gavê de her çend hin ji axaftvanên bi zimanê helbestê van têgînan bi berfirehî bikar tînin jî di dawî de dibe ku ew bi xwe têgîna teoriya Huseynî be.

Ehmed Huseynî di teorî û pratîka helbesta xwe de li ser zanista şîrovekirina felsefîk e ku ne tenê li ser wateya tekstê, her wiha li ser têgihiştina wê ya li ser têgihiştina ku çawa hêmanên cûda ên nivîsê bi hev re tê damezrandin û bandorên taybetî li ser xwendevanan dide çêkirin. Li vir em derbasî komara Ehmed Huseynî ya afirêneriyê dibin. Komara helbesta wî ya êşbar a tijî wate, a bi derbirînên cuda, a bi xeyalên berfireh rêsayî, û hwd.

Ehmed Huseynî di dîroka xwe ya dûr û dirêj de xwe sipartiye paşxana xwe ya felsefî wî bi rê û rêbazên zanistî yên vedîtin û lêhûrbûn û rexnegeriyê ta astekê bi kar anîne. Li vir û di neynika Huseynî de û di ezmûna wî de meriv dikare sûdeke wêjeyî jê werbigre û asteke rewşenbîrî ya derbirînê bilindtir bikin.

19.05.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

**

Nivîsê berî vê yên li ser Ehmed Huseynî:

- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe 

- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo bîranîna Erden Kral û Murat Ozer xelatan didin

ad

Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir

ad

Şiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî

ad

Ew û ev dem

ad

50'emîn 'Diplomatique Kurdî' derket

ad

Pêşangeha 49 hunermendan vebû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname