Diyarname
Sala 2010'an hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê hatin çap kirin zêde bû. Vaye hejmar:
Di sala 2010'an de li Tirkiyeyê û li bakur weşanxaneyên kurdan bi giştî 115* pirtûk çap kirin. Di warê kurdî de çapkirina pirtûkan ji salên din wekî hejmar baştir bû. Lê li Tirkiyeyê çend pirtûkên bi tirkî hatine çap kirin? Bersiva vê pirsê nîşan dide ku tenê weşanxaneyeke ku bi tirkî weşanê dike ji hemû pirtûkên bi kurdî zêdetir pirtûk çap kirine. Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê agahî ji Midûriyeta Sînema û Mafên Telîfê û ji Ajansa ISBN ya ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ye girt. Li gor van agahiyan fermo agahiyên li ser weşangeriya li Tirkiyeyê ya bi tirkî (Ajansa ISBN pirtûkên bi kurdî û yên bi zimanên din li Tirkiyeyê çap bûne jî di nav vê hejmarê de dihesibîne**):
- Di sala 2010'an de bi giştî 34.363 cure pirtûk li Tirkiyeyê hatine çap kiri.
- Bi giştî 214.414.289 heb bandrol hatin kirîn.***
- Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di sala 2010'an de ji bo dibistanên seretayî û navîn bi giştî 193.925,000 heb pirtûk bê pere belav kir
- Bi temamî di sala 2010’an de 408.339.289 pirtûk hatin çapkirin.
Serjimariya Tirkiyeyê 72.561.312 ye. Li gor vê li Tirkiyeyê serê kesî 5.6 pirtûk dikevin.
Û danberhevek ji bo pêrar:
- Di sala 2009’an 31.414 cure pirtûk hatin çapkirin. (2010'an de di cureyê de pêşketin çêbûye)
- 2009'an de bi giştî 353,599,457 heb pirtûk hatine çapkirin. (Di vê hejmarê de jî 2010 pêşketî ye)
- 2009'an de 170,331,457 bandrol hatine kirîn.
- Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di sala 2009'an de bi giştî 183,268,000 pirtûk bê here ji bo dibistanên seretayî û navîn belav kirine (di vê hejmarê de jî zêdebûnek heye)
Di encamê de li gor van reqeman li Tirkiyeyê sedî 9.38 di cureya pirtûkên hatine weşandin de pêşketin heye. Di hejmara pirtûkên çap bûne de jî sedî 15.48 zêdebûnek heye.
***
*2010: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine
**Li Tirkiyeyê her pirtûk ISBN'yek lê dikeve
***Li Tirkiyeyê her pirtûkek bi awayekî fermî bê çapkirin mecbûr e ji Wezaretê bandrolê bikire.
***
Nûçeyên li ser Sala 2010'an:
- 2010: Li Tirkiyeyê hejmara malperên qedexe
- 2010: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine
- 2010: Di nav kurdî de pirtûka salê ev e
- 2010: 20 fîlmên serketî yên salê hatin hilbijartin
- 2010: Di meclisê de performansa BDP'ê
- 2010: Wêneyê salê li Amedê hat kişandin
- 2010: Li Tirkiyeyê sînemayê rekor şikand
- 2010: 57 Rojnameger hatin kuştin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


