STENBOL
Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan îro piştî nîvro nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Piştî tehlîlan teşhîsa apandîstê hate kirin.
Buldan dema li Akademiya Perwerdehiya Siyasî ya BDP'ê ya li Umraniyeya Stenbolê perwerdehî dida, ket. Ew rakirin nexweşxaneyê û di tehlîlan de teşhîsa rêviya zêde (apandîst) hate kirin.


