logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kişanak ji bo Rojava banga berxwedanê kir

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li Serêkaniya Serxetê got, "Divê her kes her cihê lê ye, ji bo Rojava veguherîne qada ber

  • Dîrok: 26/09/2013
  • Beş: Nûçe

SERÊKANIYA SERXETÊ 

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li Serêkaniya Serxetê got, "Divê her kes her cihê lê ye, ji bo Rojava veguherîne qada berxwedanê. Em li dû jinên li Rojava li ber xwe didin e." Kişanak li dijî piştgiriya AKP'ê ya ji bo çeteyên El Qaîdeyê nerazîbûn nîşan da û got, "Bila AKP û Enqere vê baş zanibin, emê nebin temaşevanên servîsa we ya VÎP a ji bo çeteyan."

Bi pêşengiya KCD û BDP'ê, bi armanca balkişandina ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê, xwedîderketina şoreşa li Rojava û şermezarkirina êrîşên çeteyan li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Serêkaniya Serxetê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji bajarên cuda çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, 12 Parlamenterên BDP'ê, Şaredarên Bajar û Navçeyên bakurê Kurdistanê, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, olddar, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi hezaran kes bi pankart û alên PKK, YPJ, YPG, KCK û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber Şaredariya Serêkaniyê heta Parka Uç Fîdan meşiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, parlamenterên BDP'ê û oldaran girseya beşdar silav kirin

ARMANC DAGIRKIRINA ROJAVA YE

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku armanca kombûna wan a li Serêkaniyê, silavdayîna li şoreşa Rojava ku ji bo Rojhilata Navîn şewq û ronahî ye û got, "Li vê derê vîna bi mîlyonan, vîna Kurdistanê heye. Li Rojava gelê me mirovahiyê, demokrasiyê û axa xwe diparêze. Ya li Rojava tê kirin, sererastkirina şaşîtiyên dîrokî yên li Rojhilata Navîn e."

Kişanak diyar kir ku li gel înkara gelê kurd a li Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê gelê kurd êdî derketiye ser dika dîrokê û got, "Li her cihê lê ye, xwe gihandiye hêza avakirina welatê azad. Çete şandin Rojava. Armanca şandina çeteyên we çi ye? Yê ku herî zêde piştgiriyê dide van çeteyan Tirkiye ye. Di nava armancên wan de Îslam nîn e, dagirkirina Rojava heye. Organîzasyona çete ya navneteweyî, bi destê hin hêzên navneteweyî û herêmî dixwaze Rojava dagir bike."


KURDISTAN DEYNDARÊ GELÊ ROJAVA YE

Kişanak destnîşan kir ku piştgirîdayîna Rojava wezîfeya mirovahî û welatparêziyê ye û got, "Rojava gelekî zext û zilm dît. Lê belê deriyê Rojava her tim ji çar parçeyên Kurdistanê vekirî bû. Me ev bi jiyana xwe dîtin. Tevahiya kurd û Kurdistan deyndarê gelê me yê li Rojava ye. Emê heta dawiyê xwedî li Rojava derkevin. Em îro bi temsîlî hatin vir. Divê her kes cihê lê ye ji bo Rojava veguherîne qada berxwedanê. Em li dû jinên li Rojava li ber xwe didin e. Divê em bi hev re têbikoşin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye."

ERDÊ TÎGEM'Ê ERDÊ KURDAN Ê HATIYE DAGIRKIRIN E

Kişanak bang li hikumeta AKP'ê kir û got, "Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên li Rojava. Gelê me yê li vê derê vê baş dizane. Li vê derê erdê TÎGEM'ê heye. Erdekî gelemperiyê ye. Veguheriye çeperê dawî yê eniya çeteyan. Kurdên li Rojava dema birîndar dibin bi saetan li ser sînor tên rawestandin. Lê endamên çete yekser di sînor re tên derbaskirin. Em vê qebûl nakin. Bila AKP û Enqere vê baş bizanibe; Emê nebin temaşevanên VÎP'a we ya ji bo çeteyan. Erdê TÎGEM'ê erdê kurdan ê hatiye dagirkirin e. Divê hikumeta AKP'ê vê baş bizanibe. Hûn yekîtî, xwişk û biratiyê dixwazin an dijmantiyê dixwazin? Zilma li kurdekî bê kirin, zilma li tevahiya kurdan e. Polîtîkayên wê yên der barê kurdan de ya divê dostane be yan jî dijminane. Hûn nikarin li hemberî kurdan polîtîkayên perakende bimeşînin. Êdî sebra me li pêşberî polîtîka û pêkanînên cihêkar ên hikumetê nemaye. Em dixwazin Tirkiye bi kurdan re dostaniya stratejîk deyne, sînorê xwe veke û piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan qut bike. Eger hûn ji bo gelê kurd negihîje mafên xwe, hembêza xwe ji çeteyan re vekin, serê we dê bikeve belayê. Gelê Kurdistanê, dê karê çeteyan qebûl neke."

Piştî axaftina Kişanak girseya gel bi armanca piştgirîdayîna Rojava ji bo du saetan li parkê çalakiya rûniştinê lidar xist. Dûre jî Şaredariya Serêkaniyê xwarin da welatiyan û çalakî bi dawî bû.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêşberî hev

ad

Siyasetmedaran çi got?

ad

Ceza li lîstikvan Farah Zeynep Abdullah jî birîn

ad

Li Îranê hejmara kuştiyan derket 13'yan

ad

KNK: Bila Adem Uzun bê berdan

ad

Amed Spor bû reqîbê Erzeromê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname