Diyarname
Vîruso koronayê li gelek welatan daye lê herî zêde jî li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) daye. Ligel vê yekê jî li DYA'yê festîvaleke muzîkê li dar dikeve. Pispor hişyariya betalkirinê dikin lê organîzator xwe nadin ber. Festîval 16'ê meha pêşiya me dê li dar bikeve û 3 rojan bidome. Festîval dê li eyaleta Wisconsin a DYA'yê lidar bikeve û kosmên rockê yên wekî Static-X, Nonpoint, Dope dê derkevin ser dikê.
Organîzatoran der barê çalakiyê de ji ser tora civakî re agahî dan belav kirin û gotin: "Em wekî mirov, pêdiviya me bi têkiliya ligel mirovên din heye."
Her çiqas çalakî li qadeke ser vekirî lidar bikeve jî talûkeya Covid-19 ji bo wê heye.
Walîyê Eyaleta Wisconsin xwestibû biryara qedexeya derketina derve dirêj bike lê Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê Walî Tony Evers gotibû, "Eyalet bû wekî Rojavaya Wehşî".


