Diyarname
Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê di roja salvegera îdamkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Divê cihê gorê Şêx Seîd û hevalên wî ji bo raya giştî û malbatên wan bêne eşkerekirin.
Daxuyanî li ser navê Cîgira Hevserokan û Berpirsa Komîsyonan Tulay Hatîmoglullari hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî îdamkirina wan yekemîn OHAL'ên (Rewşa Awarte) Tirkiyeyê Çêkirin, pêşî li azadiyan girtin, bi bêedaletî û newekheviyê rêya îro hate çêkirin û ev yek lê hat zêdekirin: "Li hemberî kurdan bi 'Plana Şark Islahat'ê li hemberî kurdan polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tunekirinê dan dest pê kirin ku îro AKP-MHp jî xwedî li wê planê derdikeve û dimexîne."
Hat xwestin ku cihên gorên wan bêne eşkere kirin, rastiya li pişt îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkere kirin, yên ku rê li ber vê qetlîamê vekirine bêne diyar kirin û rûbirûbûneke li wê demê bê sazkirin.
DBP: Wê azadî bi ser bikeve
DBP'ê jî ji bo Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku "Emê li hemberî tunekirina kok, îmha û înkarê serî netewînin û wê azadî bi ser bikeve."
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Em wekî nevî û hevrêyên Mîr Mîhemed, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed emê serî netewînin û em diruşma wê azadî bi ser bikeve carek din dubare dikin."


