logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bendava Gawiran/Ûrartûyan

Kê ev navê “Gawiran” li vê bendavê kiriye? Mixabin ku kurdên misliman ên li derûdorê rûdin in. Melakendê berê komkujiya

  • Dîrok: 26/07/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk AYKOÇ

Kê ev navê “Gawiran” li vê bendavê kiriye? Mixabin ku kurdên misliman ên li derûdorê rûdin in. Melakendê berê komkujiya ermeniyan jî gundekî kurdan bû. Ev gund di dîrokê de tim gundekî kurdan bûye. Her wisa gundê Neynik û Semerşêxê jî. Li Melakendê hetanê salên şêstî medreseyek hebû, li gorî armancên dagirkeran bû. Yên ev nav li vê bendavê kirine, bi têgihîştina wan; kesên ne misliman ev bendav çekirine, lema diviyabû jê re “Bendava gawiran” bihata gotin. Ew gawirên ku ev bendav avakiribûn kî bûn? Ûrartû, yanê bav û kalê me kurdan bû…

Bendavên ji kûrahiya dîrokê mane; yek “Saffa el Kafara li Misrê” ye. Ji bo wê tê gotin ku 2900'î Berî Mîladê (BM) hatiye lêkirin. Ya dudiyan li Urdunê nêzîkê bajarê Yawa di 1000 BM hatiye avakirin. Û li ser xaka me jî ev Bendava li ser çemoka Mamî Bendava Ûrartuyan e û di salên 800 BM hatiye lêkirin. Ûrartûyan li pey vê jî li Wanê bendava Rûşa II. ku niha bi navê Gola Keşiş tê zanîn, avakirine. Ev bendava li Melakendî, yekem bendava dîrokî ye ku li ser xaka me hatiye lêkirin û gihîştiye dema me. Em kurd jixwe dîroka xwe baş nizanin, tenê hin agahiyên biyaniyan wekî rastî dibînin. Li gel wê çi tiştên dîrokî li ser xaka me hene, em nizanin. Mixabin ku haya cihanê jî ji vê bendava bi hin taybetiyên teknîkî hatiye lêkirin û li pê maye, tune.

Bendava Ûrartuyan 4 km. Li başûrrojavayê Melakendê, bi qasê 400 mêtre li başûrê Keleha Guliciyê ye. Bendav di navbera girê bi darîn ê li Rojhilat û girê bê dar ê rojava de li ser çemoka Mamîyê ye. Di kadastroya Tirk de bi nimroya 1607 û di navbera paralêl û meridiyenên 38.92.12 bakur û 42.04.56 rojhilat de hatiye tomarkirin. Ne bendaveke pir mezin e, cihê av lê gol dibe, li dora 250 x 300 metrekareyê de ye. Benda li pêş bendavê bi qasê 50 metreyê direj e, 4 metre bilind e. Berahiya bendê li aliye Rojhilat bi qasê 13 metre, li Rojava 10 metre ye.

Benda bendavê li bakurê hewza bendavê ye û bi pergaleke dubendî hatiye lêkirin, benda hundir û benda der. Dîwarê bendê bi kevirên mezin yên baş hatine teraştin û yên bê teraştineke bi hostayî hatine bi cihkirin pêk tê. Li herdu aliyan jî bi meylekê hêza avê şikandinê hatiye tijîkirin. Her wisa ji bo parastina benda bendavê, di forma çirikan de çend rêyên di dema avrabûnan de, bê ku zirar bide bendê jî çêkirine. Ev teknîka jîrane niha di bendavên nûjen de jî tê bikaranîn. Lema ava biharê tu car zirar nedaye bendavê.

Bendav ne tenê di dema Ûrartûyan de hatiye bikaranîn. Piştî Ûrartûyan Med demeke direj li herêmê dimîne, di dema Persan de jî her wiha bi aliyê gelê herêmê ve tê bikaranîn. Împaratoriya Roma carê vê bendavê restore dike. Agahiyên li ser vê bendavê dibe û dikin bingehê bendavên nûjen û ji xwe re dikin mal. Saziya Tirk DSÎ jî di salên şêstî de carê restore dike. Lê niha zêde lê xwedî nabe. Niha di hin deverên bendê de rûxandin pêkhatiye. Lê hê jî zevî û ziyanê deşta Zoxar û devera Ziyaretê bi ava wê tê avdan. Yanê xizmeteke nêzî 3000 salî. Lê mixabin ji vê ked û bendekariyê re jî rêz nehatiye girtin û navê “Bendava Gawiran” bi serbilindî tê bikaranîn. Heyf e ku nifşên paş pêşiyên bi vî awayî bi nav bikin.

Hûn dibînin, em kîjan rûpelê radikin bi texrîbatên dijminan, ji birînên ragirtî nêm diherike. Mixabin ku xwendayên ji herêman jî pirên caran ev rastiyên ji kûrahiya dîroka bav û kalan tê, cidî negirtine. Hêvî dikim ku nivîsê bi vî rengî wekî kêr li kezeban bikeve, da ku mirovên me li xwe û rastiya xwe vegerin. Hetanê kelehek din bimînin di nava xweşiyê de.

Çavkanîyên kelehên li parêzgeha Mûşê: 1 – Lêkolînên Arkolojîk yê rûyê zemînê parêzgeha Muşê di pisporiya Prof. H. B. û S. E. de Sal 2014 – 2018

2 – Lêkolînên min û telefonên bi kesayetiyên ji herêmê re.

23.07.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vane stadên ku dê maçên Kûpaya Cîhanê lê bêne lîstin

ad

Ege ji bo Rojên Belgefîlman xwe amade dike

ad

Pirtûka doza çareseriyê ya kurdan

ad

Êrîşek li ber nexweşxaneyê: 23 mirî hene

ad

Îro jî kurdan li hev nekir û Serokomarê Iraqê nehat hilbijartin

ad

5 kurdên ji Başûr çima hatin kuştin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname