Diyarname
Her ku diçe agahiyên li ser hilbijartinê tên. BDP jî hewldana xwe ya ji bo hilbijartin û berendaman didomîne. BDP ku dê piştgirî bide berendamên serbixwe difikire ku birê rojnamegerê hate kuştin Hrant Dink Orhan Dink wekî berendam nîşan bide.
BDP li 11 bajaran dê ji bo berendamtiyê dê hilbijartinê pêk bîne û li bajarên din jî li gor "meylê" û li gor biryara navenda giştî dê berendaman diyar bike.
BDP ku dixwaze 35 - 40 mebûsî derxe dike ku ji nav van jî hejmara mebûsên xwe yên jin ji 8'î derxe 12'yan.
Di vê navberê de kesên ku dixwaze wekî berendam nîşan bide jî diyar dibe. BDP di çarçoveya "Bloka Demokratîk" de nîqaş dike ku Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan ku niha girtiye nîşan bide yan na. Her wiha difikire ku ji bo birê Hrant Dink Orhan Dink jî pêşniyara berendamtiyê bike.
Di vê navberê de ji bo berendamtiyê BDP'ê roja dawî ya ji bo serîlêdanê wekî 8'ê adarê diyar kiribû lê ji ber eleqeya mezin û gurbûna serîlêdanan ev roj heta 18'ê adarê dirêj kir.


