Amed
Diyarbekirspor ku di Lîga 1'em Bank Asyayê de ye nekarî meaşê xebatkarên xwe bide loma 35 xebatkarî dest ji kar kişand. Paşê Serokê Kayyumê Muhittin Ateş biryar da ku dernekevin maça Karşiyaka sporê.
Nêzî mehek berê ji ber ku kesî/an xwe neda ber rêveberiya qilûbê û klûb bê rêveberî ma, 3'yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Silhê, Diyarbekirspor teslîmê Kayyumê kir. Muhittin Ateş jî wekî serok diyar kir.
Niha jî 35 xebatkar ji ber ku 24 meh in meaşên xwe raste rast nagirin dest ji kar berdan. Ateş got ku ji ber hatin tu hatina klûbê nîn e ewê vê yekşemê dernekevin maça Karşiyakasporê.


