Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê karê xwe yê betalkirina peywira şaredarên kurd didomîne. Piştî Şaredarê Elbakê yê Wanê Îhsan Guler, wezaretê vê carê Şaredara Gevarê Ruken Yetişkin û Şaredarê Hêşeta Bedlîsê Lezgin Bingol ji peywirê girt.
Li ser vê yekê BDP'ê daxuyaniyeke weşand û diyar kir ku hikumet û dadgehê operasyona ku li ser nûnerên gel daye dest pê kirin bê rawestan didomîne.
BDP'ê wisa got: "Yeko yeko tewqîfkirina şaredarê men û ji peywirê girtina wan li hemberî vîna gel bêhurmetiyek e, vîna gel tunesehibandin e."
BDP'ê got ku zagonên AKP'ê derxistine li ser muxalefetê bûne hêmana çewsandinê û diyar kir ku di hilbijartina 12'yê pûşperê de dê gel bersiva vê yekê bide.


