Diyarname
Ji agahiyê ku WHO'yê belav kirin heta agahiyên li Tirkiyeyê ku mirovan xemgîn dikin, vane hin agahiyên li ser Covid-19'yê…
WHO: Dibe derman qet neyê peydakirin
Di serî de Almanya, Îngilistan, Îsraîl, Rusya û gelek welatên din li ser peydakirina derziya Covid-19 dixebitin. Hin agahiyên heta sersalê dê derzî bê amadekirin tên lê WHO'yê (Rêxistkina Tenduristiyê ya Dinyayê) agahiyeke nexweş belav kir. Serokê WHO'yê doktor Tedros Adhanom Ghebreyesus bi daxuyaniyeke çapemeniyê roja 4'ê mehê got, "Mifteyê bi sêhr ku pirsgirêkê çareser bike hê nîn e û dibe ku qet çênebe jî."
Tedros bang li hemû dinyayê kir ku guh bidin tevdîran, destên xwe bişon, maske bidin ber dev û pozê xwe.
Li Îtalyayê pêdiviya psîkolojî
Li Îtalyayê li ser nexweşên Covid-19 lêkolînek hat kirin. Di lêkolînê de hat dîtin ku sedî 55 kesên bi vê nexweşiyê ketine nexweşiya depresyon û metirsî bi wan re çêbûye. Bi sedî 40'î re bêxewî, sedî 31 re depresyon û her wiha nexweşiyên din derketine holê.
Li Îranê nexweşî zêdetir in
Li Îranê li gor agahiyên belavkirî heta niha 273 hezar kes bi vîrusê ketine û 17 hezar û 617 kes mirine. Lê BBC nûçeyek belav kir û got ku hejmara ku li Îranê hatine eşkerekirin dibe ku bi qasî sê qat zêdetir bin.
Rewşa Tirkiyeyê ne baş e
Li Tirkiyeyê heta niha 218 hezar kes bi vîrusê ketine û 5765 kes mirine. Li gor agahiyên fermî her roj li dor 1000 hezar kesî bi nexweşiyê dikevin, her roj li dor 20 kesî dimirin. Lê odeyên tenduristiyê û doktorên li nav vî karî agahiyên zêdetir eşkere dikin. Bi taybetî li bajarên kurdan rewş giran e.


