Di 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdi de li ser wêjeya kurdî ya klasîk paneleke li dar dikeve.
Panela bi sernavê "Wêjeya Klasîk a Kurdî" Roja yekşemê li Zanîngeha Bîlgiyê Kampûsa Santralê li dar dikeve. Di çalakiya ku ji bo Roja Zimanê Kurdî li dar dikeve de de wê Celalalettin Yoyler di bin sernavê "Huner û felsefeya Melayê Cizîrî", Samî Tan di bin sernavê "Yekemîn helbestvanê kurdî Baba Tahirê Hemedanî", Miraz Ronî di bin sernavê "Helbestvanê xwezayê Feqiyê Teyran" û Zana Farqînî jî di bin sernavê "Ehmedê Xanî; kurdî û kurdîtî" de axaftina xwe bike.Panel dê di navbera saetên 13.30 û 15.30'yî de li dar bikeve.


