Diyarname
Gelek saziyên sivîl ên civakî dê roja 29'ê mehê li Amedê di 86'emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî de bernameya biranînê pêk bînin.
Endamê Serokatiya Dîwana KCD'ê Cemal Coşkun, diyar kir ku bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî di vê pêvajoyê de gelek watedar e û wiha got: "Pirsgireka kurd ji serdema Şêx Seîd heta niha diviya bû bi lez bê çareserkirin lê hê jî nehatiye çareserkirin."
Li gor agahiyên ku Coşkun da dê saziyên wekî KCD, BDP, KADEP, HAKPAR, TDŞK, Tev-Kurd, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê, Mukihar, THÎV, MAZLUMDER, Veqfa Şêx Ebdirahmanê Aqtepî beşdar bibe.
Çayakiya bîarînê saet 18.00'an de wê li Deriyê Çiyê bê li dar xistin.


