Diyarname
Di bin serokatiya nivîskar û derhêner Ercan Kesal de dê juriyê serketiyê Porteqala Zêrîn diyar bike.
57'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal dê di navbera 3-10'ê kewçêrê de li dar bikeve. Festîvalê juriya ku dê fîlmên neteweyî binirxîne exkere kir.
Juriya Porteqala Zêrîn
Li gor daxuyaniya festîvalê serokatiya Juri Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî dê nivîskar û derhêner Ercan Kesal bike. Ji bilî wî di nav juriyê de senarîst-rojname--nivîskar-lîstikvan Gulse Birsel, senarîst û derhêner Kivanç Sezer, lîstikvan û dublajkar Taner Birsel, rojnameger-nivîskar-rexnegira şanoyê Zeynep Oral heye. Jurî dê fîlmên metrajdirêj ên neteweyî binirxîne û Xelata Serketî ya Porteqala Zêrîn diyar bike.
Juriya Belgefîlman û Kurtefîlman
Juriya Pêşbaziya Belgefîlmên Neteweyî jî hat eşkere kirin. Di nav vê juriyê de jî Bingol Elmas, Koken Ergun û Kurtuluş Ozgen hene.
Di nav beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 12 kurtefîlm hene û Cemre Ebuzziya, Muge Turan û Omur Atay dê van binirxînin.


