Diyarname
Hejmara nû ya kovara Hinarê derket. Hinarê di vê hejmara xwe ya 9’an de gelek nivîs,çîrok û helbest weşandiye
Di vê hejmara kovara wêjeyî, çandî û hunerî Hinarê de H. Kovan Baqî nivîseke li ser romana Cihan Roj nivîsiye. Baqî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Çîrokbêjiyeke ji navê w- berjêr li ser “meşa moriyan”” de romana Roj nirxandiye. Berfo Barî jî bi Veysel Çolak re hevpeyvînek kiriye û weşandiye. Ehmed Belek jî ku “Mîrname berhek helbestîn e” nivîsiye, Çiya Mazî jî nivîsa xwe “Dara Bihîvê” weşandiye. Her wiha Cihan Roj jî bi nivîsa xwe ya “Rewşen û rastiya nifşê nodê” nivîseke weşandiye.
Her wiha di kovarê de kesên wekî KAWA NEMIR, TOMRÎS ÛYAR, BAVÊ AZAD, MÎR QASIMLO, Yeqîn H., FARQÎN XANEQÎN û FATMA SAWCÎ bi berhemên xwe cih girtiye.
Kovara Hinar ku ji aliyê Kurdî-Dera Îzmîrê ve tê derxistin di warê aborî û belavkirinê de di tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê edîrotiya kovarê diyar kiriye ku her çi be jî ewê kovarê biweşînin lê pêdiviya wan bi aboneyan û bi kesên ku li bajarên cur bi cur alîkariya wan bikin heye. Ji bo kesên bixwazin di vî warî de, yan jî li ser tişteke din bi edîtorên kovarê re bikevin têkiliye e-mailan wan ev e: kovarahinar@hotmil.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


