logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Di tehma çîrokên gelêrî de 'Kenê Miriyan Gunehê Guran'

Pirtûkeke çîrokan "Kenê Miriyan Gunehê Guran" ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji aliyê Mem Med ve hatiye nivîsandin û

  • Dîrok: 22/11/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Pirtûkeke çîrokan "Kenê Miriyan Gunehê Guran" ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji aliyê Mem Med ve hatiye nivîsandin û hêjayî xwendinê ye. Ew dibêje, “Niyeta min ew e dema kesek xwend bêje tehmek cuda di vê de heye."

Ji nav cureyên wêjeyê her bala min li ser çîrokan e û her ku pirtûkek ji cihek derdikeve ez dixwazim bixwînim. Helbet yên zêde bala min dikişînin û yên nikaribin balê bikişînin jî çêdibin. Lê niha yek gihîşt ber destê min ku min kêfek xweş jê girt: "Kenê Miriyan Gunehê Guran". Pirtûka parêzer û nivîskar Mem Med e.

Bê sînoran helbestên jî çîrokê dinivîse

Mem Med heta niha sê pirtûkên helbestan (yek bi tirkî, didu jî bi kurdî) weşandibûn û ev 5 sal bûn ku sekinîbû. Niha bi cureyeke din, bi pirtûkeke çîrokan li pêşberî xwendevanan e.

Wî, bi helbestê dest pê kiriye ku pêşî pirtûkên wî yên helbestan derketine lê di heman demê de çîrok jî nivîsandine. Lê ew nû hatine weşandin. Ew dibêje ez li ser romanê jî dixebitim lê diceribînim, dibe bineweşînim jî. Lê dosyeya wî ya din a çîrokan amade ye û ewê bike ku demek paşê biweşîne. Ew wisa dibêje, "Ez sînoran çênakim, ez xwe wekî helbetvan, çîrokbêj jî qebûl nakim, tiştek xweşa min diçe ez dikim. Ji bo kêfê dikim. Çi xweşa min diçe ez dikim. Heta ji min tê ez dikim."

‘Bila bêjin tehmek cuda heye’

Mem Med bi çîrokên gundê xwe, derdora xwe dizane, li ser wan jî difikire û her ku dixwaze lê dike, lê tîne û van lê zêde dike, "Di dema nivîsandinê de ez ji xwe re sînoran çênakim. Fikrek çêdibe, ez diafirînim, tiştên gelêrî tên dikevin, an tiştek ji gundê min tê, ji zozanê min tê ez wê jî diguherînim, dixim... Niyeta min ew e dema kesek xwend bêje tiştek cuda di vê de heye, tehmek cuda heye."

Pirtûka Mem Med "Kenê Miriyan Gunehê Guran" ku ji Nûbiharê derketiye ji sê beşan pêk tê. "Kenê Miriyan", "Gunehê Guran" û "Çîrokên Cuda". Çîrok di bin van beşan de hatine pêşkêş kirin.

Tehma çîrokên gelêrî

Bi temamî 13 çîrok di pirtûkê de hatine pêşkêş kirin. Bi mijarên xwe çîrok balkêş in. Carinan bi "Ez nivîskar im" serboriya çîroka nivîskarekî trajîk nîşan dide, carinan bi "Vir Delal" guherîna serdemekê nîşan radixe ber çavan. Canbaziyên "Cengoyê Cambaz", evîna "Ji me çêtir"an, hestê gundiyek bi "Ezrail", her yek tehmek cuda dide xwendevan. Û "Ezo", "Canim" her yek bi mijar û bi zimanê xwe yê herikbar diherikin diçin. Her çiqas çîrok biherikin biçin û jî dawiya hin çîrokan baş nehatibe girêdan. Lê dîsa jî çîrok serketî ne û hêjayî xwendinê ne. Di yek çîrokê de (Ezraîl) nivîskar binî de wekî not diyar kiriye ku ew mesele ji devê xelkê bihîstiye lê wî lêaniye. Ev û hema bêje hemû çîrokên di pirtûkê de tehma çîrokên gelêrî didin ku ev yek xweş kiriye, hem jî serketîbûna nivîskar nîşan dide. Kesên ji çîrokan hez dikin teqez dê ji pirtûka "Kenê Miriyan Gunehê Guran" hez bikin.

Mem Med kî ye?

Mem Med li Bazîdê hatiye dinê, parêzer e û li Stenbolê dijî. Heta niha di kovarên wekî Nûbihar, Tîroj, Çirûskê de nivîsên wî bi kurdî, di 'Kurt Tarîhî' de jî bi tirkî hatine weşandin. Heta niha yek jê bi tkirkî çar pirtûkên wî derketine. Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:

- Esmera, helbest (Bi tirkî), Artshop, 2010

- Berdin bila tarî be, helbest, Nûbihar, 2012

- Janistan, helbest, Nûbihar, 2014

- Kenê Miriyan, Guherê Guran, çîrok, Nûbihar, 2019

"Kenê Miriyan, Guherê Guran" 4'emîn pirtûkan Mem Med e ku derketiye.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Polîsan bi ser avahiya DBP'a Amedê de girtin (hat nûkirin)

ad

Di her gava neyînî de derbe li rojnamegeran dikeve

ad

HDP û DBP li gelek bajaran mîtîngan li dar dixin

ad

Yuval Noah Harari: Ji bo sedsala 21’emîn 21 Wane

ad

Ji bo bîranîna Kadîr Înanir otobus xemilandin

ad

Ji bo Zanîngeha bi Kurdî gav hat avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname