Diyarname
Pîrozbahiyên 14'ê Gulanê Hefteya Zimanê Kurdî dest pê dikin. Pêşî îro li Amedê dê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.
TZPKurdî du sal berê di 1'emîn Konferansa xwe de 14'ê Gulanê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kiribû, niha ji bo vê yekê ev hefte tê pîrozkirin.
Navenda Kurdî-Derê li Amedê îro saet 12,30'yan de li ber Konukeviya Amedê dê daxuyaniya çapemeniyê bide.
Hin çalakiyên ku de pêk bên:
- 14 gulan: Li Amed û li Wanê dayîna daxuyaniya çapemeniyan.
- 14 gulan: Li Qers û Geverê têkildarî 'Giranî û wateya zimanê kurdî' wê panel bên lidarxistin.
Li Îzmîr û Navçeya Qoser a Mêrdînê daxuyaniyên girseyî bên dayîn. Li Enqereyê jî dê seyran bê lidarxistin.
- 16 gulan: Li Navçeya Şemzînan a Culemêrgê wê panela bi mijara 'zimanê kurdî' bê lidarxistin.
- 17 gulan: Li Agiriyê, têkildarî 'pêkûtiyên li hemberî zimanê kurdî' wê semîner û panel bên pêkanîn.
- 18 gulan: Li Semsûrê wê forma bi mijara 'sekna kurdan a li hemberî zimanê kurdî' bê lidarxistin. Li Navçeya Tetwan a Bedlîsê û Navçeya Patnosa Agiriyê jî panel bên lidarxistin.
- Di 7'ê pûşperê de jî wê li Geverê mitîng bê lidarxistin.


