Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê dema mebûs têne hilbijartin "albuma mebûsan" tê amadekirin. Di vê albumê de kunyeya mebûsan tevî wêneyê wan tê bi cih kirin û di beşa "zimanê zikmakî" de mecbûrî zimanê fermî, yanê "tirkî" dinivîsin û wekî din ziman bizanibin wekî "Zimanê biyanî ku dizane" dinivîsin. Heta niha nehiştine mebûsekî di vê albumê de ji bo kurdî bibêje zimanê min ê zikmakî.
Di hilbijartina 2007'an de mebûsên DTP'ê (niha BDP ye) xwestin (jê hinan nivîsî) di beşa "Zimanê zikmakî" de binivîsin ku zimanê wan ê zikmakî "kurdî" ye û duyemîn zimanê ku pê dizanin, yanê zimanê biyanî tirkî ye. Ev yek bû sedema nîqaşê û wekî her gavî di albumê, di beşa her kesî de zimanê zikmakî tirkî hate nivîsandin.
Di vê serdemê ku di meha kewçêrê de dê meclis dest bi xebatê bike û albuma mebûsên nû dê bê amadekirin guherîneke hate kirin. Li gor vê guherînê mebûsên nû di nav zimanên ku dizanin de "ger bi zimanekî herêmî dizanin" dê binivîsin. Yanê dê mebûsên kurd ji bilî "zimanê zikmakî" ku bi awayekî germî tirkî ye, bi zimanekî herêmî bizanibin dê binivîsin. Mînak mebûsên kurd (Çi BDP'yî yan yên din) bixwazin dê bikaribin di nav "zimanê herêmî ku pê dizanin" de kurdî binivîsin. Yek bi boşnakî bizanibe dê wî zimanî binivîse.
Her wiha her mebûsên ku pirtûkên wî hebin wan jî teslîmê arşîva meclisê dike û ew hem dikevin arşîvê hem di vê albumê de wekî berhemên wî cih digirin. Di parlemena berî vê de mebûsê DTP'ê (BDP) Osman Ozçelik pirtûkên xwe yên bi kurdî teslîmê arşîvê kiribû. Di vê serdemê de jî mebûseke BDP'ê ku xwedî pirtûkên bi kurdî ye heye: Adil Kurt. Kurt ku heta niha bi navê "Adil Zozanî" dinivîsî du romanên wî bi kurdî derketine: "Kejê" avrlê 2001 (Weşanên Pêrî), "Mişextî", adar 2009 (Weşanên Lîs). Di vê serdemê de jî mebûsekî kurd dê pirtûkên xwe yên bi kurdî bişîne arşîva meclisê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


