Diyarname
Rojnameya Radikalê berî çend mehan ebata xwe guhart û kir tabliot. Bi vê yekê re jî dest bi xeteke nû ya weşanê kir. Di serî de rengê rojnameyeke çepgirt, lîberal û demokrat xuya kir. Bi vê yekê re nêzî 100 hezar hebî firot. Rojname her ku çû hejmara firotina wê daket. Piştî kurtedemekê jî ew rojnameya lîberal ber bi rojnamegeyeke li ser xeta oldaran ve çû.
Tîraja rojnameyê daket 50 hezarî. Bi vê yekê re jî rojnameyê xwe biçûk kir. Vaye di hefteyekê de tiştên ku li Radikalê qewimîn:
- 24.08.2011: Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radikalê Eyup Can Saglik ragihand ku ji bilî çend nivîskaran dê meaşê nede nivîskarên rojnameyê. Kesên bê telîf bixwazin binivîsin dê bidomînin.
- Sagilk ragihand ku dawiya mehê dê hin rojnamegeran ji kar derxin û rojnameyê sedî 25 biçûk bikin.
- 24.08.2011: Nivîskarê Radîkalê Kaan Sezyum ku di paşgoya Hayate de dinivîsand dest ji nivîskarê berda.
- 25.09.2011: Nivîskarê Radikalê Hakki Devrim ku ev 15 sal in di RadikaLê de dinivîse, bûbû wekî parçeyeke Radikalê ji rojnameyê veqetiya.
- 26.08.2011: Rojnameyê paşgoya xwe ya bi navê "Hayat" betal kir û tenê wekî çend rûpelan di nava rojnameyê de weşand.
26.08.2011: Paşgoya "Pirtûk" ku her roja înê dide, îro dîsa da lê rûpelên wî hatibûn hindikirin.
- 26.08.2011: Rojnameyê dawî li nivîsên nivîskarên xwe Bulent Somay û Dilek Kurban anî. Kurban bi taybetî li ser mafên mirovan dinivîsand û gelek bal dikişand.
Piştî cejnê dê hin kesên din jî ji Radikalê veqetin.
Par rojnameya Referansê hatibû girtin, rûpelên wê ketibûn nava Radikalê. Di vê saleke Radikalê de, Radîkalê tiştê xwest bi dest nexist.


