Ferîd DEMÎREL*
Di 3'yê Kanûna Pêşiyê de ji ber ku 6 meh in mehane nayên dayîn û rewşa aboriyê li Silêmaniyê dersdar û karmendan xwepêşandanek hate kirin. Hêzên asayîşê bi gaza rondikrijandinê û ava şid, guleyên plastîk midaxale li xwepêşandanan kir û çalakvan belav kirin. Gelek çalakvan hatin desteserkirin.
Ji wê rojê û heta niha li Silêmaniyê û bajarên wê xwepêşandan dewam dikin. Niha xwepêşandan li bajarên Pênciwên, Xurmal, Şarezor Seyidsadiq, Kifrî, Dûkan, Tekteke, Çemçemal, Ranya, Qeladize û hin derên din berdewam dikin.
Rêbaz Mecîd: "Li dijî hemû partiyên siyasî ne"
Di van rojan de bi guleyan 7 çalakvan mirine ku yek ji wan zarokekî 13 salî bûye. Her wiha Pêşmergeyekî PDKê jî li Pênciwên miriye. Li ser hev nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.
Rêbaz Mecîd, nûçegîhanê Dengê Amerîkayê ku niha li Silêmaniyê xwepêşandana dişopîne ji bianetê re behsa rewşa dawî kir:
“Xwepêşandan ne li navenda parêzgeha Silemanî hene. Li bajarên biçûk hene. Pênciwên Xurmal, Şarezor, Seyidsadiq, Çemçemal, li van deran heye. Xwepêşandan genc in. Temenê wan ji 12'yan destpê dike, heta 20 salî ne. Temenê kêm kesan digihê 25'an. Serok û rêberekî wan nîn e. Nayê zanîn xwe çawa birêxistin dikin. Li cihekî kom nabin. Li cihên cida cida derdikevin.
"Ne tenê li dijî desthilatdarê, li dijî hemû partiyên siyasî ne. Avahiyên partiyên siyasî, yên hikumetê, malên berpirsan dişewitînin. Nayê zanîn çi dixwazin. Lê em dizanin ji ber rewşa darayî serî hildane. Ew bi xwe ne meaşxwir in. Ne fermanber in. Zarokên fermanberan e ku 6 meh in meaş negirtine.
“Naxwazin derkevin pêşberi kamerayan. Li gelek derevan derdikevin. Naxwazin bi rojnamegeran re biaxivin. Dema diaxivin jî behsa rewşa darayî dikin. Ti pêşniyareke wan nîn e.”
Li gorî zanyariyan nêzîkî mîlyon û 200 hezar karmend li Herêma Kurdistanê hene û meaş ji rêveberiyê werdigirin. Lê ev 6 meh in ku mehaneyên wan nehatine dayîn.
Meclisa Iraqê yasayek pejirand
Di 12'yê Çiriya Paşiyê ya 2020'an de Meclisa Iraqê yasayek pejirand ku li gorî vê yasayê heke Rêveberiya Herêma Kurdistanê dahata petrol û dahatên din neşîne Bexdayê wê 266 mîlyon dolar budceya wê neyê şandin. Ev yasa digel boykotkirina parlamenterên kurd ên li Meclisa Iraqê hate qebûlkirin. Piştî ku yasa qebûl bû, rayedarên kurd Bexdayê rexne dikin. Lê ev demeke hewldan hene ku di navbera herdu aliyan de lihevkirinek pêk were.
Di 25'ê Çiriya Paşiyê ya 2019'an de Hewlêr û Bexdayê gihîştin rêkeftinekê. Li gorî vê rêkeftinê divê Herêma Kurdistanê dahata 250 hezar bermîl petrolê ji Kanûna Paşiyê ya 2020'an û pê de radestî Bexdayê bike.
Hikûmet û rayedarên PDKyê di daxuyaniyên xwe de vê rewşê wekî sedema nedana mehaneyan nîşan didin. Lê partiyên mixalif, welatî û hin komên di nava partiyên hikûmetê de rayedarên PDK, Goran û YNKyê bi gendeliyê tohmet dikin.
Nêçirvan Barzaniyî rêkeftina bi Tirkiyeyê re qebûl kiriye
Herî dawî Nêçirvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di 15'ê Çiriya Paşiyê de eşkere kiribû ku wan heft sal berê li gel Tirkiyeyê peymana enerjiye ji bo 50 salî îmze kiriye.
Xwepêşandan di dema van pêşketinan de dîsa destpê kirin ku li gorî rojnameger Mecîdî, “Çi kesên şareza ne, pêşbîniya vî tiştî dikirin. Li kîjan welatî 6 mehan meaş neyê dayîn wê tiştek çêbibe. Rewşa darayî xirab bû. Xelk birçî bûn. Hêrs kom bûye. Kom bû kom bû, paşê teqiya.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partiyên siyasî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyeran de daxuyanî dan. Mesrûr Barzaniyî duh piştî civîna Lijneya Wezîran civîneke çapemeniyê li dar xistiye û li vir gotiye ew “Piştgiriya xwepêşandanan dikin lê divê zirarê nedin mal û milkan.”
Mesrûr Barzanî: "Ne xelkê Kurdistanê ne"
Barzaniyî îdia kiriye ku Pêşmergeyê PDKyê bi karnasê hatiye kuştin û şwepêşandar “Ne xelkê Kurdistanê ne, xelkê Sûriyeyê tê de hene.”
Dr. Tarik Cevher, berpirsê kevn ê çapemeniyê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji rojnameger Abdulhakim Gunay, nûçegihanê Independent Tirkiyê re gotiye “Ji ber mehane bi rêkûpêk nayên dayîn rewşa welatiyan gelekî xirab e” diyar kiriye ku “wekî tê îdiakirin bandora hêzên ji derve di çalakiyan de nîn e.”
Li gorî rojnameger Mecîdî di dema xwepêşandanan de şewitandin û rûxandina avahiyên partiyan û malên berpirsiyaran ne aştiyane ye û wiha pê de çû: “Ev xwepêşandar dirêjiya xwepêşandanên bajarê Silêmaniyê û derdorê ne ku yên aştiyane bûn. Berdewamî xwepêşandanên aştiyanê hebûn. Roja yekem li Sîlêmaniyê mamoste û fermanberan bû ku xwepêşandaneke aştiyane bû.
“Li roja yekem hêzên emnî bi gaza firmêskrêj midaxele kirin. Piştî tundûtujî çêbû, li Silêmanî û li gelek deveran gel serî hilda.”
"Rewşa rojnamegeran nebaş e"
Di dema xwepêşandanan de rewşa karkirina rojnamegeran jî di rojevê de ye. Di 6'ê Kanûna Pêşiyê de xwepêşanderan li Bazyayê, bajarokê Pîramagrûnê avahiyên PDK û YNKyê şewitandin. Kanala NRT TV'yê ev bûyer bi awayekî zindî weşand ku xwediyê kanalê Şaswar Abdulwahidê Serokê Tevgera Nifşê Nû ye. Piştî wê bi rojekê hêzên asayîşê navenda kanalê ya li Silêmaniyê girt. Wezareta Çandê jî bi îdiaya ku “yasaya birêkûpêkirina frekansan” binpê kiriye, biryara girtina kanalê da.
Rewbar Abdul Rahman, Berpirsê Nûçeyan ê NRT TVyê ji malpera middleeasteye.netê re gotiye ku “sedema li pişt biryara girtinê siyasî ye, lewre kanalê her dem protestoyên kurdan dikir nûçe.”
Metro Center, saziya ku derbarê mafên rojnamegeran de kar dike, di 7'ê Kanûna Pêşiyê de daxuyaniyek weşandiye û destnîşan kiriye ku di nava çend rojên dawîn de li herêmê li dijî rojnameger û çapemeniyê êriş zêdebûne û wiha gotiye:
Êrîşên ser NRT'ê didomin
"Pêş nîvroya yekşemê (06.12.2020) hêzekî asayîşê li Silêmaniyê çûne ber avahiya Medyaya Çetirê. Li derê avahiyê ji kesên ku diçin hundir pirsan dibirsin. Ger ew kesên ku karmendê Ajansa Çetirê bin, rê lê digirin û nahêlin biçin hundir û karmendan re gotine em ê ji v ir neçin.
Dîsa şeva yekşema borî li bajarokê Bazyana Silêmaniyê li ser rêya taxa Kerkûkê dema televîzyona NRT'yê di weşana zînde de ye, kesek xwe wekî endamê asayîşê dide naskirin û êrîşî nûçegîhanê televîzyonê dike û dixwazê mîkrofonê jê bigire.
Li roja pêncşema borî du tîmên televîzyona NRTyê di dema xwepêşandanê li Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve tên desteserkirin."
Rojnameger Mecîd jî bi van gotinan, vê rewşê piştrast dike: “Rewşa rojnamegeran nebaş e. NRT girtin. Li Ewropayê dest bi weşanê kir. çend rojnameger rastî tundûtujiyê hatin. Rewş ji bo wan nebaş e.”
Ji BÎANET'ê hatiye girtin


