logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Romana bêmiradan 'Bêmiraz'

Di navçeya me de (li Licê) xelk/gel peyva bêmiraz û bêsiûd bi kar tîne. Bêmiraz ji bo kesên feqîr, belengaz û kesên ku m

  • Dîrok: 15/12/2020
  • Beş: Serbest

Lokman POLAT

Di navçeya me de (li Licê) xelk/gel peyva bêmiraz û bêsiûd bi kar tîne. Bêmiraz ji bo kesên feqîr, belengaz û kesên ku miradê wan neçûbû serî re dihate gotin. Ji bo evîndarên ku evîna wan têk diçû, nedigihîştin hev û din re jî bêmiraz digotin; ”Bêmirazên negihîştine mirazê xwe.” Bêsiûd jî di heman maneyê de dihatin gotin. Carna jî di maneya bêşans, bêşansiyê de bi kar dianîn.

Romana birêz Abdullah Yavuz jî navê wê ”Bêmiraz”e. Nivîskarê kurd A. Yavuz ji Serhedê ye. Dibe ku li Serhedê di şûna bêmirad de bêmiraz bikar tînin. De ka em binêrin bêmiradî/bêmirazî ya lehengên romanê çiye? Ka naveroka romanê li ser çi mijarê hatiye honandin?

Di romanê de, qala bêmiraziya Bedran tê kirin. Di romanê de di gel Bedran gelek tîp, fîgur û karekterên din jî hene. Zalo hevalê Bedran e. Berîvan Evîndara Bedran e. Avdel Axa jî navî li ser e, Axayê herêmê ye û herweha wekî Xwedayê herêmê ye.

Roman di esasê xwe de romanek antî-feodal e. Lêbelê, di naverokê de bi giranî mijara evînê, evîna Bedran û Bêrîvanê û nakokiyên ku derdikevin pêşberê wan û têkoşîna evîna wan tê rave kirin.

Avdel Axayê ku bûbû sedemên hemû xirabî bûyerên nebaş ku li herêmê pêk hatibû, vêca jî ew di navbera Bedran û evîndara wî Bêrîvanê de bûbû Bekoyê . Avdel Axa çav berdabû Bêrîvanê. Wî li ser malbata Bêrîvanê bandor danîbû, bavê Bêrîvanê ji tirsa wî nedixwest Bêrîvanê bide Bedran.

Avdel Axa hevkarê dewletê bû, sîxurî dikir û giliya Bedran dike, dibêje; ”Bedran fîrar û qaçaxçiyan xwedî dike, bi wan re dibe alîkar.” Leşkerên qerekolê diavêjin ser mala Bedran û wî digrin, dibine qereqolê. Fermandarê qereqolê dost û hevkarê Avdel Axa ê bertîlê ye. Ew bi alîkariya Avdel Axa ji gel bertîlê digre, dixwe.

Avdel Axa hem gundiyan û hem Bedran dide girtin û hem jî ji malbata wan bo bertîl bidine qumandarê qereqolê navberî dike û zêr û pere/dirav werdigire û dide qumandarê qereqolê.

Roman bi şêweya ekola ”realîzma civakî/sosyal realîzm” ku bi tirkî jî jê re dibêjin ”toplumsal gerçekçilik” hatiye afirandin. Lewre jî, bûyera romanê evînek trajedîke ku li Serhedê pêk hatiye.  Bûyerên di romanê de, jiyana gundiyan, têkiliyên wan, hevaltî û dostaniya wan û bêmiraziya evîndaran parçeyek ji jîyana kurdan a tijî êş û jan e. 

Roman bi hêsanî lê belê bi meraqekê hetanî rûpela dawî xwe bi meriv dide xwendin .

Avdel Axa ji malbata Bedran bertîl digre dide qumandar û Bedran tê berdan. Lê belê, êdî ew fêm dike ku Avdel Axa dê nehêle ew bi mirazê xwe şa bibe. Bedran ji hevalê xwe Zalo re dibêje : ”Avdel wê tu caran nehêle ez bi Berîvanê re bizewicim. Ev bêbav bûye Bekoyê Ewan ketiye navbera me.”

Avdel Axa pêncî salî ye. Du jinên wî, şeş zarokên wî hene. Xwedî xulam û qewraşan e. Û niha jî dixweze Berîvanê bîne bike jina xwe a sêyem. Bedran dixwaze Avdel Axa ji holê rake, ango wî bikuje. Lê bi rêbazeke ku kesek jê zirar nebîne. Ew di serê xwe de planekê çê dike û plana xwe ji hevalê xwe Zalo re dibêje.

Bedran ji malbata xwe û gundiyan re dibêje ku ew dê ji gund here bajarekî dûr. Ew ji gund diçe navçeyê û Xwedêgiravî ji navçeyê jî dê bi trênê here wî bajarê dûr. Ew diçe navçeyê lê naçe bajarê dûr û ji navçeyê bi dizîka vedigere, li ber gund xwe berşê dide. Armanca wî ev e ku; li pêşiya Avdel Axa kemîn dayne û wî bikuje.

Di romanê de jiyana li gund, têkilî û hevkariya gundiyan bi hevûdu re, dostaniya rasteqîn a du gundiyan, dîlan/dawet û alîkariya gundiyan di dema dîlanê de bi Zalo re, hestên tolhildanê, adet/tore û tradisyonên kevnare di nav civakê de tê rave kirin.

Romana A. Yavuz ”Bêmiraz” romaneke naveroka wê li ser zordariya axayekî û li hemberê wî serîhildaneke, tolhildan e û bêmiraziya du evîndaran e.

Bedran li ser riya gund li pêşiya Avdel Axa kêmînê datîne û wî û qumandarê leşkerên dewletê birîndar dike. Ew Bedran nabînin, nizanin ku kî gule bera wan daye. Avdel li ser şikê giliyên bavê Bedran û hevalê wî Zalo dike. Wan herduyan digrin. Ji bo ku Bedran çend roj berê gotiye ew ê here bajarê dûr û ne li gund bûye, loma Avdel bûyerê nekiriye ser wî, kiriye ser bav û hevalê wî. Lêbelê, li ser şahidiya gundiyan ku ew herdu di dema bûyerê de li gund bune, wan berdidin.

Bedran li çiya çend roj tî û birçî dimîne û paşê diçe mala dostekî bavê xwe ku li navçeyê xancî ye. Xancî jî wî ji wir dişîne bajarek din cem dostekî xwe. Li bajêr Bedran dest bi kar dike, bûyerek diqewime û ew tê girtin. Dema ew li hepisxaneyê ye, Avdel Axa jî baş dibe, birînên wî rehet dibe û ew Berîvanê ji xwe re dibe dike bermalî.

Bedran şeş meh li hepisxaneyê dimîne û tê berdan. Û paşê ew dibihîse, pê dihese ku Avdel Axa Berîvanê biriye kiriye jina xwe. Ew şoke dibe, hêviya wî dişke. Wî soz û peyman dabû Berîvanê ku ew dê here wê birevîne. Lê belê, ji ber ketina hepisxaneyê nikare here ku wê birevîne.

Di çend rûpelên dawîn de têkçûna evîna Bedranê bêmiraz bi şêweyeke dramatîk tê rave kirin. Min bi xwe ji lehengê romanê Bedran û ji hevalê wî Zalo hez kir û dilê min bi bêmiraziya Bedran û Berîvanê şewitî. Bedran û trajediya dawiya wî di çar rûpelên dawî de tê rave kirin. Dema mirov dixwîne gelek li ber dikeve. Evîndariya evîndarên bêmiraz, bi dramayê dawî dibe.

Wek min berê jî gotibû; roman romaneke realîzma civakî ye. Bûyerên ku di romanê de têne ravekirin û leheng, tîp, kesayetî û karekterên di romanê de têne ravekirin xeyalî nîn in, neçêker in, rastîn in. Jixwe di dawiya romanê de romannivîser wek gotina dawî dibêje : ”Ev roman, jiyana kesekî ku li herêma me jiya ye bûyera di serî de derbaz bûye hatiye nivîsandin.  Mixabin min dixwest ku saxiya lehengê romanê bi we re parve bikim, lê beriya ku romana min bi dawî bibe, çar meh berê, lehengê romanê Bedran mir.”

Romana ku ji nav weşanên ”Sîtav” derketiye hêjayê xwendinê ye. Min wek xwendevanekî, roman baş û romannivîser serketî dît. Min romanê xwend, hûn jî bixwînin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket

ad

Salih Muslim: Yek ji armancên DAÎŞ’ê petrola Kerkûkê ye

ad

Osê: Pêwîste Rûsya kantonên Rojava nas bike

ad

Baydemîr: Pêşdarazî û bêtehamulî dibe sedema fikaran

ad

Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye

ad

Gotina Hefteyê: 'Pêşberî me tevgereke gerîlayî heye'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname