Diyarname
Ji bo şaredariya bajarê Kerala ya li eyaleta Thîrûvananthapûram tiştek nû çêbû: Keçikek ciwan a 21 salî bi navê Arya Rajendran bû şaredarî. Bajarê Kerala paytexta vê eyaletê ye û nifûsa wê li dor 750 hezarî ye.
Meclisa Şaredariyê ew hilbijart û bi vê yekê Arya Rajendran li dinyayê bû şaredara herî ciwan.
LDF'ê (Eniya Demokratîk a Çep) dixwest Jameela Sreedharan wekî şaredar nîşan bide lê li partiyê bi nêzîkatiya li nav gel dê peyamek balkêş be delegeyan 2872 deng dawê wê ku bi rêjeyek bilind reqîb hat hilbijartin.
Arya Rajendran xwendina xwe li Fakulteya Endazyariyê didomîne û li nav Federasyona Xwendekarên Hindistanê (SFI) endama komîteya eyaletê ye û keçikek çalak e.
Arya Rajendran roja 1'ê vê mehê ji bo rojnaemgeran got peywina ku partiya wê daye wê dê bi serbilindî bîne cih û di heman demê de kariyer û perwerdehiya xwe di heman astê de bi rê ve bibe.
Li bajarê Kerala rêjeya xwendinê bilind û çepgir jî lê xurt in.
Bavê wê karê elektrîkê dike, diya wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite.
Partiya wê LDF ji 100 kursiyan 51 kursî bi dest xistin û bû yekemîn. Dûre NDA bû duyemîn. Arya Rajendran bû sêyemîn jin ku li vî bajarî dibe şaredar. Her du şaredarên berê yên jin jî ji heman eniyê bûn.
Ji The Hindu û İB Times hatiye girtin


