logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Li Hewlêrê 6 sal cezayê hepsê dan rojnameger û aktîvîstan

Li çend bajarên Herêma Kurdistana Federe çend meh berê çalakiyên protestoyî hebûn. Di dema wan çalakiyan de gelek aktîvî

  • Dîrok: 17/02/2021
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Li çend bajarên Herêma Kurdistana Federe çend meh berê çalakiyên protestoyî hebûn. Di dema wan çalakiyan de gelek aktîvîst û rojnameger hatin girtin. Roja 16'ê mehê darizandina wan hebû. Dadgeha Hewlêrê her yek 6 sal cezayê hepsê li wan birî.

Ji rojnamegeran Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zebarî û Eyaz Kerem, ji aktîvîstan Şivan Seîd Omar û Harîwan Îsa bi îdîaya "serbixwebûna welat, yekîtî û ewlehiya welat lawaz kirine" hatin darizandin û hatin cezakirin.
HIN ÎDÎAYÊN LI SER ASAYÎŞA BAŞÛR

Piştî biryara dadgehê rojnameger Şasiwar Mame ji ser hesabê xwe yê twittirê re hin agahiyên balkêş belav kirin. Mame ev agahî belav kirin:

- Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî îro di runîştina dadgehê de li hember dadwer got: “Asayîşê gefa tecawiza cinsî ya hevjîna min li min kiriye ger ez îtiraf nekim.”

- Şêrwan Şêrwanî îro li dadgehê bi dengek bilind gotiye: “Alîyên siyasî yên desthilatdar li herêma Kurdistanê, dadwer û dadgehê ji bo tunekirina azadîya raderbirîn û rojnamegerîyê bi kar tînin.”

- Rojnamevan Eyaz Kerem red kiriye li dijî asayîşa neteweyî pere ji derve girtibe.

Dadwer: Lê çima kesekî du kartên Korek a telefonê (10$) û yekî din (Behcet) li derve 200$ ji te re şandiye?

Eyaz: Ev kart diyarîya hevalekî bû di cejnê de. Behcet jî ji malbata min e û 200$ daye min.

-Di dema dadgehkirinê de rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji parlemanter Elî Heme Salih re gotiye: “Ne girîng e çiqas cezayê girtîgehê didin min, lê ji kerema xwe tu rastîyên vê rûnîştinê ji xelkê Kurdistanê re vebêje. Bila wisa nefikrin ez sîxûr im û girêdayî destekî derve me.”

31 PARLEMENTER DIJÎ DADGEHÊ DERKETIN

Li aliyê din 31 parlemanterên herêma Kurdistanê li dijî biryara dadgeha Hewlêrê derketin û daxwaz ji dadgeha pêdaçûnê dikin vê biryarê nepejrîne.

Parlemanter dibêjin ku berî dadgehê biryara sûcdarkirin û cezakirina rojnameger û çalakên Behdînan ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatibû dayîn.

NERAZÎBÛN

Sendîkaya Rojnamegeran bi çalakiyê daxuyaniyeke da çapemeniyê, xwest kesên hatine girtin bêne berdan û wiha got: “Pêwîst e Herêma Kurdistanê hemû azadiya fikir û çalakiyên sivîlî mîsoger bike û serweriya yasa biparêze. Divê dadgeh bê alîbe. Divê biryara girtina çalakvanan ji pêşbaziya siyasî û binpêkirina serweriya yasa dûr be. Pêwîste yasaya rojnamegerî ya hejmara 35 a sala 2007’an ji bo kesên rojnameger were bikaranîn. Em daxwaza azadkirina van welatiyan dikin."

Li bajarê Silêmanî û Helebçeyê jî bi çalakiyan biryara dadgehê hat şermezarkirin



Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ew general merd

ad

Hevserokên BDP'ê û Serokê Meclisê tên ba hev

ad

2 pirtûkên helbestan ên nû: 'Kenbaz', 'Reqsa Perperokan'

ad

Li Stenbolê 76 hezar serîlêdan hatin kirin

ad

Vaye bernameya Şanoya Bajêr a Amedê û Şanoya Mencelê

ad

Bernameya Festîvala Çanda Kurdî hat eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname