Diyarname
Di dema ku nîqaşa mebûsên BDP'ê dê herin meclisê, sondê bixwînin yan na da ku 1'ê mehê meclis vedibe, hevserokên BDP'ê û Serokê Meclisê tên ba hev.
Hevdîtina Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak û Serokê Meclisê Cemil Çiçek dê 30'ê vê mehê li dar bikeve.
Her wiha Koma BDP'ê roja 28'ê mehê wê li Amedê bicive û di vê civînê de dê çûyîn an neçûyîna meclisê nîqaş bike.


