Diyarname
Lijneya Bilird a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê lîsteya nû ya hejmara mebûsên bajaran eşkere kir. Li gor lîsteya nû li hin bajaran hejmara mebûsan guherîn. Ji bajarên kurdan hejmara ya Dêrsimê guherî. Li Dêrsimê mebûsek dihat hilbijartin, niha derxistin 2'yan.
Li gor lîsteya nû rewşa bajarên guherî bi vî rengî ye:
- Stenbol, ji 98'an daket 97'an.
- Mêrsîn ji 12'yan derket 13'yan.
- Dêrsim ji yekê derket 2'yan.
- Baybûrt ji 2'yan daket 1'ê.
Li gor serjimariya bajaran ev guherîn çêbûn, bajarên din neguherîn. Li aliyê din bajarên ku gelek mebûsên wan hene li herêman dîsa hatin parvekirin û li gor vê Stebol û Enqere li 3 herêman hat parvekirin. Îzmîr û Bursa li 2 herêman parve kirin.


